Dayikên Diyarbekirê ji bo xilaskirina ewladên xwe bi biryar in

Ayten Elhaman: "HDP û PKK yek in û zarokên me dibin û dixapînin. Wan zarokên me birin serê kevir û zinaran. Çima zarokên me dibin bila wan bînin."

Dayikên Diyarbekirê ji bo xilaskirina ewladên xwe bi biryar in

 Dayikên Diyarbekirê yên ku ji bo ewladên xwe li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobetê digirin bi biryardarî çalakiya xwe didomînin.

Malbatên zarokên wan revandin û bi xapandin şandin serê çiyê ku HDPyê wek berpirsê vê yekê dibînin di 3ê Îlona 2019an da dest bi çalakiya rûniştinê kirin û ev 642 roj e ku çalakiya wan a wek bertek, dewam dike.

Malbatên di çalakiyê da ne wêneyên zarokên xwe hildane û ji wan dayikan Ayten Elhaman a bo kurê xwe Bayramê ev 4 sal e hev nabînin beşdarî çalakiyê bûbû got: "Em li pêş avahiya HDPyê ne. Ew sûcdar in û kujerên ewlad û zarokan e. HDP û PKK yek in û zarokên me dixapînin û dibin. Wan dibin serê kevir û zinaran. Çima zarokên me dibin."

Dayika bi êş û keser bangî ewladê xwe kir û got ku bila were û teslîm bibe.

Ji Wanê Yusuf Erdînçê ku ji bo kurê xwe Mîkaîl hatibû jî got ku 6 sal e ew ji kurê xwe xeber hilnedaye û wiha domand: "Kurê min di pola dawîn a Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Marmara Stenbolê da bû û ew xapandin. Kurê min ji min qetandin. Ji sala 2015an vir va tu xeber min jê hilneda. Berpirsê vê jî HDP ye. Ji xeynî wan kes nikare vî karî bike. Ez 18 meh e li vê derê me û ewladê xwe dixwazim. Me li Wanê jî dest bi çalakiyê kir him li wê derê û him jî li vê derê em çalakiya xwe didomînin. Xanima min li wê derê ye û ez jî li vê derê me. Heta ez ewladê xwe hildim ez ê çalakiya xwe bidomînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE