Dayikên Diyarbekirê kêfxweş in ku malbateke din jî wê bigîhîje ewladê xwe

Dayik Saadet Odumlu: "Înşallah bî îzna Xwedê û hêza dewleta me zarokên me gişkan wê bên."

Dayikên Diyarbekirê kêfxweş in ku malbateke din jî wê bigîhîje ewladê xwe

Dayikên Diyarbekirê yên ji bo zarokên xwe nobedê digirin kêfxweş in ku zarokek bi rêya qanîkirinê teslîm bûye û ewê bigîhîje malbata xwe.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 521êmîn da dewam dike.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî ku duh 5 endamên rexistinê teslîm bûn ku dayikeke yek ji wana di nav dayikên Diyarbekirê yên ji bo ewladên xwe nobedê digin da ye.

Piştî daxuyaniya Wezîr Soylu malbatên nobedê digirin kelecan bûn.

Dayik Saadet Odumluya ku ji bo kurê xwe Yusufê ku 7 sal berê li Sêrtê revandin çiyê beşdarî çalakiyê bûye behsa hesreta kurê xwe kir.

Odumluyê diyar kir ku ew kurê xwe ji HDPyê dixwaze û wiha got: "Em çalakiyê didomînin. Zarokek dîsa hat ewê bigîhîje malbata xwe. Em pir kêfxweş in. Înşallah bî îzna Xwedê û hêza dewleta me zarokên me gişkan wê bên."

Odumluyê bangî kurê xwe kir ku ew teslîm bibe.

Salih Gokçeyê ku ji bo kurê xwe Mehmetê 4 sal berê revandine serê çiyê beşdarî çalakiyê bûye jî got ku ew ji Agiriye hatiye û kêfxweş e ku zarokekî din jî reviyaye û hatiye.

Gokçe û wiha axivî: "Aqûbet serê me û van dayikên li vir. Înşallah ew jî sax û silamet bên. Em bêzar nebûn, li ser pîyan e. Yek zarokek bimîne jî heta ew neyê emê ji vir neçin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE