Dayikên Diyarbekirê nobeta ewladan bi biryardarî didomînin

Dayikên Diyarbekirê nobeta ewladan bi biryardarî didomînin

Dayikên Diyarbekirê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê seba zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê, çalakiya rûniştinê dikin û dixwazin bigihêjin ewladên xwe.

Malbatên ku zarokên wan revandine serê çiyê, HDPyê berpirsiyar dibînin û di 3yê îlona 2019an da çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û çalakiya wan di roja 861emîn da dewam dike.

Sevgî Çagmara ku ji bo Yavuzê kurê xwe çalakiyê dike, got ku kurê wê wexta zanîngeh dixwend, ew xapandin û birin serê çiyê.

Çagmarê daxuyand ku ev 7 sal e haya wê ji kurê wê tuneye û wiha dewam kir, "7 sal e em vê êş û kederê dikişînin. Em li vê derê ne û naçin. HDPyê kurê min revand û bir. Kurê min li Sakaryayê zanîngeh dixwend.Em wekî dê û bavan heta zarokên xwe hilnedin, em ji vê derê naçin."

Çagmarê bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.

Ekrem Gokkuş ji bo Okanê kurê xwe yê ku 5 sal berê di 12 saliya wî da revandin serê çiyê ji Bidlîsê hat û beşdarî çalakiyê bû. Gokkuş jî got ku ew heta negihêje ewladê xwe, wê çalakiyê bidomîne.


Gokkuş bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.  


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE