Dayikên Diyarbekirê nobeta xwe bi biryardarî didomînin

Dayik Hatîce Levent: "Em heta zarokên xwe hilnedin dê ji ber vê deriyê neçin. Destê xwe ji ser zarokên me bikêşin. Me ewladên xwe ji bo we neanîn dinyayê"

Dayikên Diyarbekirê nobeta xwe bi biryardarî didomînin

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine serê çiyê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike. 

Dayikên ku ji revandina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê wek berpirsyar dibînin, ji 3yê Îlona 2019ê vir va çalakiya rûniştinê dikin û çalakiya wan di roja 648emîn da dewam dike.

Dayik Hatîce Leventa ku ji bo keça xwe Fadîme Leventê çalakiya xwe didomîne got ku keça xwe ji HDP û PKKyê dixwaze. 

Leventê got "Ketin hişê zarokên me" û wiha axivî: 

"Bes e min bêrî kiriye ku keça min bibêje dayê. Ev 7 sal in min hiştine hesreta hêlma keça min. Gelo kêliyekî zarokên xwe nebînin dê çi bibe. Heke ewqas dixwazin bila zarokên xwe bibin. Em heta zarokên xwe hilnedin dê ji ber vê deriyê neçin. Destê xwe ji ser zarokên me bikêşin. Me ewladên xwe ji bo we neanîn dinyayê. Me ji bo ku bibin wan şikeftan neanîn dinyayê. Ez heta Fadîmeya xwe hilnedim dê neçim. Heke bimirim jî dê li vir bimirim, ez ê keça xwe hildim."

Bav Abdullah Demirê ku ji bo kurê xwe Fatîh Demir çalakiyê dike jî diyar kir ku ev 6 sal in li pey kurê xwe ye û ji bo dîtina wî çûye gelek cihan. 

Demir got ku HDP berpirsyar e ku kurê min birin serê çiyê û wiha axivî: "HDPyê zarokên me birin û teslîmî PKKyê kirin. Ez bangî malbatên ku zarokên wan li çiyê ne dikim. bila bên û zarokên xwe bixwazin. Em ji destê zaliman ewladên xwe xilas bikin. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Heta zarokên xwe hilnedin dê ji vir nerabin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE