Dayikên Diyarbekirê rojbûna Serok Erdogan pîroz kir

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 543yan da dewam dike.

Dayikên Diyarbekirê rojbûna Serok Erdogan pîroz kir

Dayikên Diyarbekirê rojbûna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pîroz kirin.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 543yan da dewam dike.

Malbatên nobeta ewladan didomînin pasteya li ser wê resma Serokomar Erdogan hatibû neqişandin ji bo rojbûna 67an a Serokomar amade kiribûn ji zarokên dewlet diparêze ra şandin.

Fatma Akkuşa dayik got Xwedê emrê Serokomar Erdogan dirêj bike û wiha axivî: "Xwedê kêmasiya wî nede, piştgiriyeke mezin dide me."

Celîl Begdaşê bav jî diyar kir ku ji destpêka çalakiya rûniştinê vir da Serokomar Erdogan li cem malbatan e, piştgiriyê dide malbatan.

Suleyman Aydinê bav jî got rojbûna Serokomar Erdoganê ku piştgiriyê dide dê û bavan ku bira bigihêjin zarokên xwe pîroz dike.

Aydin axaftina xwe wiha domand: "Dewleta me dewleteke mezin e, ji bo zarokên me têkoşîneke mezin dide. Em jî li vê derê têkoşîneke mezin didin. Em ê hetanî dawiyê bidomînin. Hetanî zarokên me neyên em naçin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE