Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Dayikên Diyarbekirê bi alaya ku vekirin him dîwarên tirsê hilweşandin û him jî rûyê qeleş yê rêxistina cudakar û şaxên wê yên siyasî deşîfre kir."
Erdogan li Navenda Çandê ya Sezaî Karakoç di Civîna Şêwrê ya Diyarbekirê ya AK Partiyê da axivî.
Serok Erdogan destnîşan kir dayikên Diyarbekirê bi alaya ku vekirin him dîwarên tirsê hilweşandin û him jî rûyê qeleş yê rêxistina cudakar û şaxên wê yên siyasî deşîfre kir û wiha axivî, "Ji bona berxikên Dicleyê nekevin destê çeqelan em bi şev û bi roj dixebitin, têdikoşin û cehd dikin."
Erdogan diyar kir ji ber sedemên cuda dibe kesên dilê wan ji teşkîlatê mabe hebin û got ku ya dikeve ser milê me em bi wan xwîşk û birayên xwe ra têkiliyê daynin û dilê wan bikirin.
Serok Erdogan got ku di bin banê vê partiyê da xêncî pesndayîna terorê û tundiyê ji bo her kesê xwedî fikrên cuda û derdê wan memleket û milet e cî heye.
AA