Dayikên Diyarbekirê îsal jî bi hesreta zarokên xwe pêşwaziyê li Roja Dayikan dikin

Dayikên Diyarbekirê îsal jî bi hesreta zarokên xwe pêşwaziyê li Roja Dayikan dikin

Dayikên Diyarbekirê yên ku li ber avahiya Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên revandî çalakiya rûniştinê dikin, îsal jî bi hesreta zarokên xwe pêşwaziyê li Roja Dayikan dikin.

Li Diyarbekirê dayik Hacîre Akar di 22yê tebaxa 2019an da ji bo kurê xwe Mehmet Akarê ku bi navbeynkariya HDPyê revandin çiyê li ber derê Serokatiya Bajêr a HDPyê rûnişt û bi saya hewla xwe dayik Akar di 24ê tebaxê da gihîşt kurê xwe.

Têkoşîna wê ji bo dayikên dixwazin bigihêjin ewladên xwe jî bû mînak. Bi beşdariya malbatên din va di 3yê îlona 2019an da li ber derê avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin û niha çalakî ket roja 978emîn.

Her wisa hejmara malbatên ku nobeda ewladan digirin bi beşdariya malbatên nû yên ji çaraliyê welêt va derket 285an.

Bi xêra çalakiya rûniştinê ya bêrawestan 35 malbatan ewladên xwe ji nav lepê terorê derxistin û têkoşîna yên mayîn jî didome.

Dayikên ku îsal jî bi hesreta zarokên xwe pêşwaziyê li Roja Dayikan dikin, dixwazin ku xebereke xêrê ji zarokên xwe bistînin.

Necibe Çifçiyê ku ji bo kurê xwe Rojhat di çalakiyê da beşdar e ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew dixwaze bigihêje kurê xwe ku 6 sal berê dema 16 salî bû hat revandin.

Çifçiyê bal kişand, ew dilşikestî ye ku ew di Roja Dayikan da ji kurê xwe dûr e û wiha got, "Kurê min êdî bes e, wegere. Roja Dayikan ji bo me kul û keserê îfade dike. Kurê min înşelah tu yê werî û di Roja Dayikan da tu yê kulîlkan diyarî min bikî."

Ayten Elhamana ku ji bo kurê xwe Bayram di çalakiyê da beşdar e jî diyar kir ku divê zarok li cem diya xwe bin.

Elhamanê bal kişand, heta ew negihêjin zarokên xwe, Roja Dayikan ji bo wan tehl e û wiha dewam kir, "Roja Dayikan ji bo min tu tiştî îfade nake, lewra kurê min ne li vir e."

Elhamanê wiha xeberda, "Kurê min 5 Rojên Dayikan derbas bûn, ez hesretî te me. Ez li vir li benda te me. Ez ê tu wextî vir neterikînim."

Rahime Taşçiya ku ji bo kurê xwe Faruk çalakiya rûniştinê didomîne, destnîşan kir ku 8 sal e ew xeberê ji kurê xwe nastîne û heya ew bigihêje ewladê xwe, ew ê têkoşîna xwe bidomîne.

Taşçiyê wiha got, "Di Roja Dayikan da zarok li cem diya xwe ne, destê diya xwe paç dikin. Faruk ne li cem min e. Kurê min diyariya herî mezin a ji bo min tu yî. Ku tu werî cem min, dinya dê bibe ya min."

Dayik Nadire Çakanê jî bal kişand ew ji bo kurê xwe Muhammed çalakiya xwe bi biryar didomîne û her wisa bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE