Dayikên Diyarbekirê Yasin Börü û hevalên wî bi bîr anîn

Aysel Bozkurta ji bo kurmamê xwe beşdarî çalakiya rûniştinê bû: "Ji bo ku Yasînên din li vê erdnîgariyê nemirin em wek dayikên Diyarbekirê her dem li ba wan in"

Dayikên Diyarbekirê Yasin Börü û hevalên wî bi bîr anîn

Malbatên ku ji bo zarokên xwe yên revandine serê çiyê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobeda ewladan digirin rûpêçên reş dan ber devê xwe û Yasin Börü û hevalên wî yên ku 6 sal berê li Diyarbekirê di bûyerên şidetê yên 6-7ê cotmehê yên ku alîgirên YPG/PKKya rêxistina terorê kirin da hat kuştin bi bîr anîn.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên ji revandina bo serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin di 3yê îlona 2019an da dan destpêkirin dewam dike.

Aysel Bozkurta ku ji bo kurmamê xwe beşdarî çalakiyê bû li ser navê malbatan daxuyanî da got ku tekane gunehê Yasin Börü ew bû ku goşt li gelê Kurd belav dikir.

Bozkurtê kesên Boru û hevalên wî qetil kirin şermezar kir û got ku "Em heta dawiyê li pey vî karî ne. Em dixwazin ku bi cezaya herî giran bên cezakirin. Em ji bo malbata wî sebrê dixwazin. Ji bo ku Yasînên din li vê erdnîgariyê nemirin em wek dayikên Diyarbekirê her dem li ba wan in."

- "Dayik û gelê Diyarbekirê êdî serî natewînin"

Gulbahar Kadrana ku bi saya çalakiya rûniştinê di 10ê kanûna paşîn da gihaşt biraziyê xwe Halîl Îbrahîm Kadran û ji bo piştgiriya dayikan çalakiya xwe didomîne kesên ku Yasin Börü û hevalên wî qetil kirin û bûn sedema van bûyeran lenet kir.

Kadrarê got wek dayikên Diyarbekirê digel tehdîdên HDP û PKKyê dê dev ji ewladên xwe bernedin û got ku "dayik û gelê Diyarbekirê êdî serî natewîne. Em ê bêyî ku guh bidin tehdîdên wan rêya xwe da têkoşîna xwe bidomînin."

- Ji bo Yasin Börü û hevalên wî rûpêçên reş dan ber devê xwe

Bav Suleyman Aydinê ku ji bo kurê xwe Ozkan çalakiya rûniştinê dike jî da zanîn ku ji bo Yasin Börü û hevalên wî maskeya reş dan ber devê xwe û di şînê da ne.

Aydin got "Parlementer û birêvebirên HDPyî yên ku ji PKKyê telîmat hildan qetlîameke mezin kirin" û wiha axivî:

"Ev berpirsyarê mirina Yasin Börü û hevalên wî ne. Li çar aliyên Tirkiyeyê teroreke mezin derxistin holê. Em ji bo birayê xwe Yasîn di şînê da ne. Îro me hemûyan zarokên xwe ji bîr kirin, Yasîn Boru zarokê me hemûyan e. Çi gunehê Boru hebû. Bi wesayîtê ser ra derbas bûn. Hê 16 salî bû. Bi HDPyê ra qet wijdan tune. Ji ber ku Yasîn guhdariya we nekir, kevir û molotof neavêt polêsan we kurikê 16 salî qetil kir. Bila herkes rûyê rastîn ê HDP û PKKyê bibîne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE