Dayikên li Diyarbekirê ji HDPyê gilîdar bûn

Malbatên ku li Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikin bi bi hinceta ku berpirsyariya wan heye ku zarokên wan revandine serê çiyê û tên tehdîdkirin der barê Serokatiya Bajêr a HDPyê da gilîdar bûn

Dayikên li Diyarbekirê ji HDPyê gilîdar bûn

Malbatên ku li Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikin bi hinceta ku berpirsyariya wan heye ku zarokên wan revandine serê çiyê û tên tehdîdkirin der barê Serokatiya Bajêr a HDPyê da gilîdar bûn.

Dayikên li Diyarbekirê yên îdia dikin ku di revandina zarokên wan ji bo çiyê da HDP bûye navbeynkar a bi hêviya ku bigihêjin ewladên xwe çalakiya xwe ya rûniştinê ya li ber derê avahiya bajêr a partiyê didomînin.

Bav Suleymanê Aydinê ku ji bo kurê xwe Ozkanê ku 4 sal berê dema 15 salî bû hat revandin tevî çalakiyê bû got ku ji ber ku zarokên wan revandin serê çiyê û wan tehdîd dikin der barê Serokatiya Bajêr a HDPyê da gilîdar bûn.

Aydin got ku partiyiyên li avahiya bajêr a HDPyê ya ku li berê çalakiya rûniştinê dikin dev diavêjin wan.

Aydin got "Êşa me têra me dike, di ser da jî hûnê wiha tevbigerin? Ma qet tirsa we ji Xwedê tune, heta li ku? Êdî bes e we xwîna me xwar. Min heta 15 saliya wî bi feqîrî kurê xwe mezin kir, min ji bo we mezin kir? Zarokên xwe bibin, zarokên parlementeran bibin." û axaftina xwe wiha berdewam kir:

"Em ê heta li ku ji we bitirsin? Em wek dayik û bav em hemû çûn dozgeriya komarê û gilîdar bûn. Ji ber ku berpirsê zarokên me ev in em gilîdar bûn. Me roja ewil got ku 'Heta em her roj dimirin em ê rojekî bimirin'. Em li vir in naçin tu derê. Duh li vir êrîşî jinekê kirin, me tehdîd dikin, dev diavêjin me. Em sekinîne ew nasekinin."

Aydin qal kir ku 12 roj e çalakiya rûniştinê didomînin û wiha axivî: "Ma we Serokatiya Bajêr a HDPyê gotine me 'kerem bikin', 'werin ka derdê we çi ye' û pirsgirêka ma çareser kirin? Ma gotine me ku 'Wek gelê Diyarbekirê hûn çima hatine vir, werin em biaxivin? û pirsa me kirin. Ez çawa welatiyê te yê Kurd im, tu çima guh nadî min? Dema min deng dida te ez Kurd bûm, niha ji bo zarokê xwe hatime Kurd nînim? Ma ev ji Xwedê rewa ye, hûn çima wiha dikin?"

Aydin got ku dengê xwe didin HDPyê û wiha axivî: "Me wek gel pêvajoyeke çareseriyê da we. Ma me di sala 2015an da deng neda we? Me hemûyan deng da we lê we zarokên me revandin. Ji Sûrê nêzî 3 hezar û 500î zarok çûn."

Aydin bangî malbatên ku zarokên wan revandine serê çiyê jî got ku "Werin heta hûn her roj dimirin rojekê bimirin. Werin piştgiriyê bidin me. Hûn dê heta kengî ji van bitirsin?"

AA

Dîroka nûkirinê: 15 îlon 2019, 10:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE