DEAŞê qebûl kir ku Bexdadî hatiye kuştin

Rêxistinê ragihand ku şûna Bexdadî Ebu Îbrahîm el-Haşimî hatiye hilbijartin

DEAŞê qebûl kir ku Bexdadî hatiye kuştin

DEAŞa rêxistina terorê eşkere kir ku serokê rêxistinê Ebubekir el-Bexdadî hatiye kuştin û serokê terorîstan ê nû hilbijart.

Di qeyda dengê yê ku ji qenalên Telegramê yên nêzî DEAŞa rêxistina terorê hat welandin da Ebu Hamze el-Kuraşiyê ku xwe wek berdevkê rêxistinê dinasîne diyar kir ku Bexdadiyê serokê rêxistina terorê û berdevkê DEAŞê Ebu Hesen el-Mihacir hatin kuştin.

Sözcü, Bağdadi'nin yerine ise Ebu İbrahim el-Haşimi el-Kuraşi'nin seçildiğini duyurdu.

Hatibû eşkerekirin ku Bexdadiyê serkirdeyê DEAŞê di operasyona ku Hêzên Taybet a Amerîkayê bi 8 firokeyan li bakurê Îdlibê kir da hat kuştin.

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê di civîna çapemeniyê ya ku serê hefteyê li dar xist da eşkere kiribû ku Bexdadî piştî ku ket yek ji tunelên pêşî girtî yên bin mala lê ye êlega xwekujiyê ya li ser xwe teqand û bi sê zarokên ligel wî bûn ra mir.

Rayedarê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê jî ragihandibû ku Ebu Hesen el-Mihacirê Berdevkê DEAŞê bi operasyona ku pêr nêzî bajarê Cerablûsê hat kirin da hat kuştin.AA

Dîroka nûkirinê: 01 Mijdar 2019, 16:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE