DEAŞa rêxistina terorê êrîşa ku li Efxanistanê hat kirin, hilda ser xwe

Li gor daxuyaniya ku li ser kanalên medyaya civakî yên rêxistina terorê hat dayîn, êrîş bi rêya du xwekujên ku bombe li xwe girêdan va hat kirin û navê van kesan parve kir.

DEAŞa rêxistina terorê êrîşa ku li Efxanistanê hat kirin, hilda ser xwe

Li Qendehara wîlayeta Efxanistanê di Mizgefta Fatimiyeyê ya civaka şîe da êrîşa terorê hat kirin û DEAŞa rêxistina terorê daxuyand ku wan êrîş kiriye.

Li gor daxuyaniya ku li ser kanalên medyaya civakî yên rêxistina terorê hat dayîn, êrîş bi rêya du xwekujên ku bombe li xwe girêdan va hat kirin û navê van kesan parve kir.

Rayedarên herêmî daxuyandibûn ku di êrîşa ser Mizgefta Fatimiyeyê da 47 kes hatin kuştin, gelek kes birîndar bûn.

Berdevkê Talibanê Zabîhullah Micahîd li ser twitterê daxuyand ku ew êrîşê şermezar dikin û ji bo ku kiryar demildest werin dîtin, wî telîmat da hêzên asayîşê.

Li bakurê welêt di 8ê cotmehê da jî êrîşa bibombe biribûn ser mizgefteke wîlayeta Kunduzê û 46 kes tê da hatibûn kuştin.

DEAŞa rêxistina terorê êrîşa li Kunduzê jî hildabû ser xwe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE