Denîz Baykal li TBMMyê sond xwar

Parlamenterê Antalyayê yê CHPyê Denîz Baykal di Lijneya Giştî ya TBMMyê da sond xwar

Denîz Baykal li TBMMyê sond xwar

Parlamenterê Antalyayê yê CHPyê Denîz Baykal di Lijneya Giştî ya TBMMyê da sond xwar.

Lijneya Giştî bi serokatiya Cigirserokê TBMMyê Levent Gok civiya.

Cigirserokê TBMMyê Levent Gok xêrhatin da Baykal û wiha got: "Îro rojeke taybet e. Duayenê siyaseta Tirkiyeyê, yek ji wan serokê berwext ê TBMMyê, mirovê dewletê yê biqîmet, mezinê min Birêz Denîz Baykal piştî demeke dirêj li TBMMyê ye. Bi dîtina wî ez gelekî kêfxweş im. Tu bi xêr hatî nava me."

Gok ji bo ku Denîz Baykal sond bixwe ew vexwende kursiyê.

Baykal bi alîkariya wezîfedaran li ser sandalyeya biteker hat kursiyê û silav da parlamanteran.

Parlamenteran jî ji bo Baykal çepikan xistin. Baykal li ser kursiyê sond xwar. Piştî sondxwarinê parlamenteran car din ji bo wî çepik lê dan.

Levent Gok got Baykal îro têkoşîneke mezin nîşanî her kesî daye û ji bo wî saxî û silametî xwest.

Dema sondxwarinê Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, Serokê Berwext ê TBMMyê Celal Adan jî li Lijneya Giştî ya TBMMyê da amade bûn.

Olcay Baykala jina Baykal, qîza wî Asli Baykal, Serokê TBMMyê yê berê Hîkmet Çetîn, hin parlamenter, Şaredarê Çankayayê Alper Taşdelen jî sondxwarina Baykal temaşe kirin.

Olcay Baykal û hin parlamenter dema sondxwarina Baykal temaşe kirin hestiyar bûn.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE