"Der barê 750 kesan da lêpirsîn hat destpêkirin"

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul: "(Der barê Kovîd-19yê da) Serdozgeriyên Komarê li 66 bajaran der barê 750 kesan da lêpirsîn dan destpêkirin."

"Der barê 750 kesan da lêpirsîn hat destpêkirin"

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul daxuyand Serdozgeriyên Komarê li 66 bajaran der barê 750 kesan da ji ber ku der barê vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19)da nûçe û peyamên nerast belav kirine, kesên temenê wan ji 65an mezintirin biçûk dîtine û bêrêzî kirine, guh nedane tevdîrên karantînayê, alavên tibî stok kirine û bi qaçaxî firotine lêpirsîn dan destpêkirin.

Gul bi rêya vîdeo konferansê beşdarî civîna çaremîn a der barê vîrusa koronayê da bû.

Piştî civînê Gul daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got li girgtîgehan kesekî testa wî ya Kovîd-19yê pozîtîf derketiye tune.

Hul got 32 hezar xebatkarên girtîgehan piştî karê wan diqede tên îzolekirin, ev xebatkar û girtî bi kesên derva ra nakevin têkiliyê û spasiya xebatkaran kir.

Gul ji ber 5ê Nîsanê Roja Parêzeran vê roja hemû parêzaran pîroz kir û wiha dewam kir: "Testa 12 hakim û dozgerên Komarê ya Kovîd-19yê pozîtîf derket. Rewşa wan baş e, qismek wan li malê, hinek jî li nexweşxaneyê tên tedawîkirin."

Wezîr gul behsa xebatên noteran kir û ji sedî 80 xebata li noteran kêm bûye û bangî welatiyan kir ku heta talûkeya şewbê ji holê ranebe ew neçin noteran.

Gul daxuyand Serdozgeriyên Komarê li 66 bajaran der barê 750 kesan da ji ber ku der barê vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19)da nûçe û peyamên nerast belav kirine, kesên temenê wan ji 65an mezintirin biçûk dîtine û bêrêzî kirine, guh nedane tevdîrên karantînayê, alavên tibî stok kirine û bi qaçaxî firotine lêpirsîn dan destpêkirin.

Cigirserokê Lijneya Hakim û Dozgeran Mehmet Yilmaz, Serokê Daîreya Yekemîn a Hakim û Dozgeran Halîl Koç, Serokê Baroyên Tirkiyeyê Metîn Feyzîoglu, Serokê Yekîtiya Noterên Tirkiyeyê Dursun Cîn, Alîkarên Wezîrê Edaletê Zekeriya Bîrkan, Şaban Yilmaz, Cengîz Oner û Ugurhan Kuş û hin burokratên wezîrtiyê beşdarî civînê bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE