"Der heqê provokasyonê da me tu delîl nedît"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu: "Dema ku ev bûyera xemgîn pêk hat ji wê pê va hêzên me yên ewlehiyê ji bo ku xwe bigîhînin agahiyên rast û temam, bûyerê ji hemû aliyan va ronî bikin dest bi xebatê kirin"

"Der heqê provokasyonê da me tu delîl nedît"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu der heqê êrîşa dijî Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu da wiha got, "Dema ku ev bûyera xemgîn pêk hat ji wê pê va hêzên me yên ewlehiyê ji bo ku xwe bigîhînin agahiyên rast û temam, bûyerê ji hemû aliyan va ronî bikin dest bi xebatê kirin." Soylu herwiha eşkere kir ku wan tu delîl nedît ku bide nîşan, bûyer bi provokasyoneke dereke ra eleqedar e.

Wezîr Suleyman Soylu li Wezareta Karên Navxweyî civîna çapemeniyê li dar xist û li ser êrîşa ku li merasima cinazeyê şehîdekî ya li Çubukê, li dijî Kiliçdaroglu hat kirin, daxuyanî da.

Soylu diyar kir ku wan tu delîl nedît ku bide nîşan, bûyer bi provokasyoneke dereke ra eleqedar e û wiha got, "Rengvedana bertekê a bi vî awayî çiqas xelet be, hewildana dotina ranteke siyasî ya ji ser vê bûyerê ra jî bi qasê wê xelet e. Di serdemeke wiha hesas da ger serokekî giştî ku were cinazeyê, divê ekîba ewlekariyê ya serokê giştî vê yekê bi hêzên ewlekariyê ra parve bike."

Wezîrê Karê Navxweyî Soylu got ku dema ev bûyer pêk hat ji wê pê va hêzên ewlehiyê ji bo ku xwe bigîhînin agahiyên rast û temam, bûyerê ji hemû aliyan va ronî bikin dest bi xebatê kirin û wiha pê da çû:

"Tevgera di merasimê da çawa dest pê kir, ji bo Taxa Akkuzuluyê yekîneyeke komandoyên cendirme, 15 tîmên asayîşa cendirme, 2 tîmên cendirmeyên tevgera taybet, wesayîteke TOMA, wesayîteke kobra, ji Fermandariya Îstixbarata Cendirme 20 personel û ji xeynî vê ji Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê jî 300 hêza pola, 9 tîmên tevgera taybet, ekîbeke trafîqê û 3 ekîbên polêsên asayîşê, zirîpoşa ejder hatin sewqkirin. Ji bo tu şaxeke me ye ewlekariyê agahî nehatiye dayîn ku Kiliçdaroglu dê were vê merasima cenazeyê. Ne wî bixwe, ne berpirsên ewlekariya wî û ne jî ji partiyê tu kesî bala xwe nedaye vê xalê. Ji ber vê çendê jî helwesteke rast û heq nîne ku li hemberî beşdariyeke ku haya kesî jê tuneye, meriv rabe îdiaya organîzasyoneke rêxistinkirî bike."

Wezîrê Karê Navxweyî Soylu bal kişand û got ku hûn ji kîjan alî va lê dinêrin binêhêrin, bûyereke bifikar e, ne li gor çand, edet û jiyana me ye û wiha axivî:

"Nêrîna Kiliçdaroglu û CHPyê ya li ser vê mijarê ne nêrîneke erênî û aştîxwaz a ku îro hewcedariya me pê heye ye. Ez amade me berdêla xizmeta ku min bo memleket, welat û miletê xwe kiriye bidim. Diyarkerê vê yekê ne Kiliçdaroglu ye û ne jî merivên wî ne. Ji aliyekî va bi HDPya şaxa siyasî ya PKKyê ra şirîkatî kirin û paşê berpirsyariya bûyerên diqewimin avêtin li ser stûyê Wezîrê Karên Navxweyî. Ev tevgera ku di dema hilbijartinê da çêbûbû ji hêla wan va tê jibîrkirin. Bîra we dikare ji bîr bike, lê bîra gel ji bîr nake. Ev jî rîska ewlehiyê derdixe holê."

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE