Derbeya ewil a li dijî demokrasiyê: 27ê Gulanê

60 sal berê, li ser demokrasiya Turkiyeyê, di dîroka komarê de derbeya yekem çêbû. piştî derbeyê serokwezîr Adnan Menderes, Wezîrê Karên Derve Fatin Rüştü Zorlu, Wezîrê Darayiyê Hasan Polatkan hatin darvekirin.

Derbeya ewil a li dijî demokrasiyê: 27ê Gulanê

60 sal berê, li ser demokrasiya Turkiyeyê, di dîroka komarê de derbeya yekem çêbû. piştî derbeyê serokwezîr adnan menderes, wezîrê karên derve fatin rüştü zorlu, wezîrê darayiyê hasan polatkan hatin darvekirin.

27ê Gulanê, sala 1960 di dîroka Komara Turkiyeyêde rojeke reş û tarî ye. Derbeya ewil a li dijî demokrasiyê di wê dîrokê hat kirin.

Turkiyeyê di sala 1946an de ji yek partîtiyî, derbasî pir partîtiyî bû. Partiya Demokrat hat avakirin û Adnan Menderes bû serokê partiyê.

Partiya Demokrat, di hilbirjartina 14ê Gulana sala 1950î de, ji sedi 53 bihnok 2, deng standin, bi tena serê xwe bû îktîdar û bi 416 parlamenteran ket meclîsê.

Piştî hilbijartinê Adnan Menderes bû Serokwezîr.

Daxwaza pêşî ew bû ku azana bi tirki dihat xwendin vegerandin ser eslê wê yê erebî. Banga ewil a erebî li mizgefteke Bursayê wek sembolîk 7 caran li ser hev hat dayîn.

Hikûmetê li aliyekî sozên ku dabûn gel dianî cî, li aliyê din jî projeyên mezin didan destpêkirin. Di wê pêvajoyê de gelek febriqeyên nû hatin vekirin.

Di hilbijartina 2 Gulana sala 1954 an de jî Partiya Demokrat ji sedî 57 bihnok 7 deng standin û dîsa bû îktîdar.

Partiya Demokrat di hilbijartinên sala 1957an de dîsa bû îktîdar. CHP dîsa di muxalefetê de mabû û êdî hêviya xwe ji hilbijartinan birîbû. Bûyerên 6 û 7'ê îlonê hatin sazkirin û li welêt alozî çêbû. Muxalefetê bi vî awayî dixwest ku şert û mercên derbeyê hazir bike.

Çapemeniyê jî piştgirî dida van bûyerên reş û tarî. Li ser manşetên rojnameyan nivîsîn ku Mala Atatürk a li Selanîkê hatiye bombekirin.

Piştî van xeberan welatiyên Rûm bûn hedef û li Beyoğluya Îstanbulê bûyerên mezin qewimîn. Bi hezaran mal û kargehên rûman hatin talan û wêrankirin. Paşê jî hatin şewitandin. Piştî vê bûyerê welatiyên Rûm Stenbol terikandin û koç kirin.

Di 28ê Nîsana sala 1960î de, xwendekarên Zanîngeha Îstanbulê li dijî hikûmetê dest bi xwepêşandanan kirin. Li qada Beyazitê aloziyeke mezin çêbû û xwendekarê bi navê Turan Emeksiz bi guleyekî jiyana xwe ji dest da.

Ji ber van rageşiyan, li Îstanbul û Ankarayê rewşa derasayî hat îlankirin.

Li Ankara, 5ê gulanê, komeke xwendekaran li qada Kizilayê xwepêşadan li dar xistin.

Piştî van bûyeran 38 kesên komîteya yekîneya neteweyî 27ê Gulanê serê sibê dest danîn ser rêberiyê.

Bi vê Anonsa Alparslan Türkeş ji radyoya Ankarayê danazana îhtîlalê hat xwendin.

Piştî derbeyê Serokkomar Celal Bayar, Serokwezîr Adnan Menderes û endamên partiya Demokrat hatin girtin.

îşkenceyê li wan hat kirin.

Destûr nedan bi malbatan xwe re jî biaxivin.

Piştî darizandineke derew, Serokwezîr Adnan Menderes, Wezîrê Karên Derve Fatih Rûştû Zorlu û Wezîrê Darayiyê Hasan Polatkan hatin darvekirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE