Derbeya ewil a li dijî demokrasıyê: 27ê Gulanê

Menderes, Zorlu û Polatkan, 59 sal berê hatin darvekirin....

Derbeya ewil a li dijî demokrasıyê: 27ê Gulanê

59 sal berê, li ser demokrasiya Tirkiyê, di dîroka komarê de derbeya yekem çêbû. Di pêvajoya derbeya 1960an de Serokwezîr Adnan Menderes, Wezîrê Karên Derve Fatin Rüştü Zorlu, Wezîrê Darayiyê Hasan Polatkan hatin dardekirin.

Di dîroka Komara Tirkiyê de, derbeya ewil a li dijî demokrasiyê di 27ê Gulana sala 1960î de tê kirin.

Piştî 1946an ji yek partîtiyî, derbasî pirr partîtiyî dibin. Partiya Demokrat tê avakirin û Adnan Menderes dibe serokê partiyê.

Partiya Demokrat, di hilbirjartina 14ê Gulana sala 1950î de, di nav 7 partiyan de ji sedi 53 bihnok 2, dengan digire û bi 416 parlamenteran ve dikevin meclîsê. Partiya CHPê jî ji sedî 39 bihnok 9 deng digirin û bi 69 kursiyan dibin partiya muxalefet.

Partiya Demokrat dibe partiya yekemîn û tê îktîdarê. Serokkomarê Tirkiyê Celal Bayar, Serokwezîr jî Adnan Menderes dibe.

Îcada wan pêşî, azana ku 18ê sale bi tirki tê xwendin radikin û wek berê erebî tê xwendin. Azana pêşî li mizgefteke Bursayê, azana esrê 77 caran tê xwendin

Hikûmet, ji aliyekî soza ku dide gel tîne cî, ji aliyekî din ve jî projeyên mezin dixe rewacê û gelek febriqayan çê dike.

Di hilbijartina 2 Gulana sala 1954 an de partiya demokrat ji sedî 57 bihnok 7 , 503 kursiyan distîne. CHPê jî ji sedî 35 bihnok 6, 69 vekil derdixe. 

Partiya Demokrat, li gorî hilbijartînên din çiqas hilbijartina sala 1957an rayên xwe kêmkiribin jî dibe îktîdar; lê piştî van salan di nav artêşê de komek subay ku van re dibêjin “Bûyera 9 Efseran” li dijî hikûmetê dixwaze derbe bikin: lêbelê bi ser nakevin.

Muxalefet ji bo ku derbeyê li hikûmetê bixe, bûyerên 6-7 îlonê li welêt aloziyê derdixin û bingeha derbeyê hazir dikin.

Di sala 1955an li ser manşetên rojnameyan wiha tê nivîsîn: Mala Atatürk a Selanîkê hat bombekirin.

Ji ber vê sedemê jî li Beyoğluya Stenbolê bûyerên mezin diqewimin. Xelkê Rom ên li Stenbolê rûdinin, bi hezaran malên, kargehên wan, dêrên wan tên talankirin û şewitandin. Piştî vê bûyerê jî Rom Stenbolê diterîkînin û koç dikin.

28ê Nîsana sala 1960î, xwendekarên Zanîngeha Stenbolê li dijî hikûmetê dest bi xwepêşandanan dikin. Li qada Beyazıtê aloziyeke mezin çê dibe û xwendekarê bi navê Turan Emeksiz bi guleyekî jiyana xwe ji dest dide.

Ji ber van rageşiyan, li Stenbol û Enqerê rewşa derasayî hat îlankirin.

Li Enqerê 5ê gulana sala 1960î komek xwendekar bi koda 555K” ango di meha gulanê de 5ê mehê, di saet 5an de li qada kızılayê xwepêşadan li dar dixin.

Adnan Menderes jî diçe qada kızılayê û wê demê ciwanekî destên xwe dixe qirika menderes û hişk digre. Menderes, ji ciwan dipirsi tu çi dixwazi? Dibêje ez azadiyê dixwazim. Menderes bersiva vî gencê dide; Niha te qirika serokwezîrekî girtiye û hişk girtiye. Gelo ji viya bêtir azadiye heye?

Piştî van bûyeran 38 kesên komîteya yekîneya neteweyî 27ê Gulanê serê sibê dest datîne ser rêberiyê.

Bi vê Anonsa mîralay Alparslan Türkeş ve, ji radyoya Enqerê danazana îhtîlalê hat xwendin.

Piştî derbeyê Serokkomar Celal Bayar, Serokwezîr Adnan Menderes û endamên partiya Demokrat hatin girtin.

îşkenceyê li wan hat kirin.

Destûr nedan bi malbatan xwe re jî biaxivin.

Serokwezîr Adnan Menderes, Wezîrê Derve Fatih Rûştû û Wezîrê Darayî Hasan Polatkan 9 meh û 27 roj hatin darizandin.

Piştî qaşo darizandinê di 1967’an de hatin darvekirin.

Dîroka nûkirinê: 28 Gulan 2019, 17:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE