"Deriyê adliyeyê deriyê edaletê ye"

Ji Wezîrê Edaletê Gul peyama sala adlî ya nû: "Hêvî dikim sala adlî ya nû bibe sala xurtkirina rêgeza dewleta hiqûqê ya ku temînata heq û azadiyan e."

"Deriyê adliyeyê deriyê edaletê ye"

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul got: "Hêvî dikim sala adlî ya nû bibe sala xurtkirina rêgeza dewleta hiqûqê ya ku temînata heq û azadiyan e."

Gul ji ber sala adlî ya nû ya ku wê sibê dest pê bike peyameke bi dîmen weşand.

Gul got hakim, dozger, parêzer, xebatkarên edaletê yên ji bo heq û edaletê ked didin û dixebitin ji bo sala nû bi kelecan in.

- "Deriyê adliyeyê deriyê edaletê ye"

Wezîrê Edaletê Gul wiha axivî: "Hêvî dikim sala adlî ya nû bibe sala xurtkirina rêgeza dewleta hiqûqê ya ku temînata heq û azadiyan e. Sala nû ya adlî ji bo 'e-rûniştin'ê ya ku tê ceribandin û bi serkeftî dewam dike jî wê bibe heyameke nû. Armanca van reformên me kêfxweşiya welatiyê me ye, xizmeta edaletê ya li gor pileyên bilind ên ku gelê me layiqê wê ye. Xwediyê eslî û parastvanê her reformê bêşik bikaranîneke baş e. Deriyê adliyeyê deriyê edaletê ye. Divê her kes ji vê deriyê bikêfxweşî vegere. Civakeke pêdiwiya wê ya edaletê hatiye temînkirin û tatmînkirin wê bibe bekçî û temînata serdestiya hiqûqê."

Gul Dozgerê Komarê Mehmeh Selîm Kîrazê hatibû şehîdkirin di serî da hemû xebatkarên edaletê yên li ser wezîfeyên xwe şehîd ketine bi bîr anî.

Gul got bila sala edlî ya 2020-2021an ji bo welêt, welatî û xebatkarên hiqûqê li ser xêrê be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE