"Destana 15ê Tîrmehê ciyê serbilindiya me hemûyan e"

Serokomar Erdogan di Bernameya Bibîranîna Şehîdên 15ê Tîrmehê da ya ku bi minasebeta 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî li Meclisê hat lidarxistin da axivî. Erdogan di destpêka axaftina xwe da ji bo şehîdên welêt ji Xwedê rehmet xwest.

"Destana 15ê Tîrmehê ciyê serbilindiya me hemûyan e"

 Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan diyar kir, şehîdên 15ê Tîrmehê ji Bedîrê heta Çanakkaleyê, ji Herba Îstiqlalê heta Herekata Aştiya Qibrîsê, ji têkoşîna dijî terorê heta operasyonên dervayî welêt, digel van hemûyan nûnerên roja me yên têkoşîna heqê ya dijî batil, zalim û kifrê ne."

Serokomar Recep Tayyip Erdogan di Bernameya Bibîranîna Şehîdên 15ê Tîrmehê da ya ku bi minasebeta 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî li Meclisê hat lidarxistin da axivî. Erdogan di destpêka axaftina xwe da ji bo şehîdên welêt ji Xwedê rehmet xwest.

 "Destana 15ê Tîrmehê ciyê serbilindiya me hemûyan tev e"

Erdogan bal kişand ku şehîdên 15ê Tîrmehê ji Bedîrê heta Çanakkaleyê, ji Herba Îstiqlalê heta Herekata Aştiya Qibrîsê, ji têkoşîna dijî terorê heta operasyonên dervayî welêt, digel van hemûyan nûnerên roja me yên têkoşîna heqê ya dijî batil, zalim û kifrê ne û wiha got, "Ew bîbika çavên wî miletî ne ku xwedî nirx, wijdan, merhemet û edaletê ne. Yê ku bixwaze vê yekê di talde da bihêle, ew kes îxanetî şehîdên me yên ezîz dike ku wê şevê bi xwîna xwe destan nivîsîn."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku mafê tu kesî nexasim jî yên ku di bin vê banê bijare (Meclis) da peywirê dikin tuneye ku vê têkoşîna bişan a ku gel şeva 15ê Tîrmehê da piçûk nîşan bide û wiha got, "15ê Tîrmehê navê wê ye ku li dijî batilê heq, li dijî zilmê edalet, li dijî îstisqalê jî îstiqlal bi ser ket."

Erdogan got ku 15ê Tîrmehê serkeftina gel, îradeya gel û demokrasîhezan e û wiha dewam kir, "Destana 15ê Tîrmehê ciyê serbilindiya me hemûyan e. Şehîdên 15ê Tîrmehê nûnerên roja me yên têkoşîna heqê ya dijî batil, zalim û kifrê ne."

Erdogan da bibîrxistin ku di bobelata lehiyê ya ku duh li Rîzeyê rabû da gelek kesî jiyana xwe ji dest da û wiha got, "Xwedê rehma xwe li wan bike. Ji ber vê bobelatê wenda hene. Niha sê wezîrên me li wir in. Walî û hemû peywirdarên me xebatên lêgerînê didomînin. Mirazê min ji Xwedê ew e ku bobelatên bi vî rengî neyne serê me."

Erdogan got, hêviya wî ew e ku 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî ji bo Tirkiye, gel û demokrasiyê bibe wesîleya xêrê û her wisa ji bo şehîdan ji Xwedê rehmet, ji bo xizmên şehîdan serxweşî, ji bo xaziyan şifa û tenduristî xwest.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE