Yekîneyên Rûsya û Tirkiyê li ser sînorê sûriyê dest bi sêyemîn dewriyeya hevbeş kirin. Dewriye di navbera rojhilatê qamişlo û malikiyê de tê kirin.
Ji bo dewriyê leşkerên Tirkiyê di saet 10.00an de ji gundê Eleqemşeya Hezexê derbasî gundê Deyrûnagaya Qamişloyê bûn.
Li wir bi yekîneyên Rûsyayê re gihîştin hev û dest bi dewriyeyê kirin.
Leşkerên Rûsya û Tirkiyê ji Kamişloyê heya 50 kîlometre ber bi Malikiyê dewriyê dikin.
Dewriye ji sînor 10 kîlometre ber bi başûr ve ye. Di dewriyê de 4 wesaîtên leşkerî yên Tirkiyê û 4 heb jî yên Rûsyayê hene.
Dron jî ji hewayê piştgirî didin dewriyeyê.
Bi dewriyeyan wê vekişîna terorîstan a ji herêmê bê kontrolkirin.
Li gorî peymana Soçiyê, berê jî li ser sînor du caran dewriye hatibû kirin.