"Di 17 salan da me heyîna daristanên derxist 22,6 milyon hektarî"

Erdogan: "Niha em li vê derê daran datînin. Îja ew kesên ku digotin 'dar' û tevlihevî derdixistin ka li ku derê ne? Ji wan kes tune, darên ku bi destê wan hatine danîn tunene"

"Di 17 salan da me heyîna daristanên derxist 22,6 milyon hektarî"

Serok Recep Tayyîp Erdogan got, "Niha em li vê derê daran datînin. Îja ew kesên ku digotin 'dar' û tevlihevî derdixistin ka li ku derê ne? 17 sal e yên ku li ser navê jîngehê çi hat devê wan ji me ra gotin ka li ku derê ne? Ji wan kes tune, darên ku bi destê wan hatine danîn tunene."

Serok Erdogan li Tanga Çakirlara Batikentê beşdarî Bernameya Roja Dardanînê ya Neteweyî ya "11 Milyon Dar; Îro Fîdan, Sibê Nefes" bû û xîtabî welatiyan kir.

Erdogan di destpêka axaftina xwe da silav da hemû beşdaran û wiha got, "Îro ev menzereya xweşik a ku em li vê derê bi hev ra dijîn, li 81 parêzgehên me li 2 hezar û 23 ciyan bi awayekî hevdem bi rê va diçe. Di 11.11.2019 saet 11.11an da em bi tevahî 11 milyon daran ji bo ku ji bo siberojê bibe nefes datînin. Armanca me ew e ku em Tirkiyeyeke keskê zumridî pêk bînin."

Erdogan bal kişand ku milet di warê dardanîn û herwiha xwedîderketina li hêşinahî û xwezayê da jî dîrok nivîsand û wiha dewam kir, "Berê hin kes bi hinceta daran, rabûbûn û xwestibûn ku bajarên me talan bikin û herwiha mal û milkê esnafê me talan kiribûn. Niha em li vê derê daran datînin. Îja ew kesên ku digotin 'dar' û tevlihevî derdixistin ka li ku derê ne? 17 sal e yên ku li ser navê jîngehê çi hat devê wan ji me ra gotin ka li ku derê ne? Ji wan kes tune, darên ku bi destê wan hatine danîn tunene."

Herwiha Serokomar Erdogan bal kişand ku wan di 17 salan da me bi tevahî 4,5 milyar fîdan danîn û wiha got, "Heyîna daristanên xwe ji 20,8 milyon hektarî derxist 22,6 milyon hektarî."

Serok Erdogan wiha bal kişand ser mijara lidarxistina merasimên xîmdanînê, "Hinek kes ji bo veberhênana tesîsa pêşketî ya parzûnkirinê ya biyolojîk ku amadekariyên wê serdema çûyî temam bûbûn, ca li vê xefletê binihêrin, 'merasima xîmnedanînê' dikin. Ev kes ji xwe ji karên wekî merasima xîmdanîn û vekirinê ra biyanî ne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE