''Di 2020an de înşellah em ê derbasî yekxaneyê bibin''

Serok Erdogan der barê kêmkirina enflasyonê da got ku di nav 2020an da înşellah em ê derbasî yekxaneyê bibin û jixwe ev jî nîşana geşedanên erênî ye.

''Di 2020an de înşellah em ê derbasî yekxaneyê bibin''

Serok Recep Tayyîp Erdogan ji bona biryarên mueyîdeyên Senatoya Amerîkayê da wiha got: "Dibêjin 'em ê ji bona Turk Akimê mueyîdeyan daynin'. Ev dijî heqên me tecawiz e. Li dijî van tiştan wê mueyîdeyên me jî hebin."

Erdogan piştî pêwendiyên xwe yên li Kuala Lumpura paytextê Malezyayê pirsên rojnamevanan bersivand.

Serok Erdogan der barê geşedanên li Libyayê da destnîşan kir li Libyayê Hefter siyasetmedarekî meşrû nîne û wiha got: "Ew zilam ne meşrû ye. Hin kes hewl didin û dixwazin wî meşrû bikini, lê Serrac pêşengekî meşrû ye."

Erdogan li ser pirsa der heqê bûyerên 1915an da got ku em ê Saziya Dîrokê ya Tirkan di vê mijarê da çalak bikin û xebatên xwe bi belgefîlman hê baştir û zeximtir bikin.

Serok Erdogan ji bona biryarên mueyîdeyên Senatoya Amerîkayê yên der barê Tirkiyeyê da wiha axivî: "Dibêjin 'em ê ji bona Turk Akimê mueyîdeyan daynin'. Ev dijî heqên me tecawiz e. Li dijî van tiştan wê mueyîdeyên me jî hebin."

Erdogan der barê kêmkirina enflasyonê da got ku di nav 2020an da înşellah em ê derbasî yekxaneyê bibin û jixwe ev jî nîşana geşedanên erênî ye.

Serok Erdogan ji bona tesbîtkirina miaşê herî kêm yê di 2020an da got ku înşellah em ê gavên ku herdu teref memnûn bin biavêjin.

Erdogan li ser pirsa der barê otomobîla xwemalî ya Tirkiyeyê da diyar kir 27ê Berfanbarê roja înê dixwazin li Gebzeyê otomobîla xwemalî nîşan bidin.

Serok Erdogan der barê biryarên Bankeya Navendî da jî got ku faîzan zehf kêm kirin, înşellah di 2020an da jî em ê bibînin ku wê ev bi biryardarî bidome.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2019, 18:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE