"Di 2021ê da mîna her carê em ê bi biryar ber bi armancên xwe bimeşin"

Serok Erdogan: Di 2021ê da mîna her carê em ê bi biryar ber bi armancên xwe bimeşin

"Di 2021ê da mîna her carê em ê bi biryar ber bi armancên xwe bimeşin"

Serokomarê Türkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di parvekirina li ser hesabê xwe yê Twitterê da diyar kir, di sala 2020î da ku di bin bandora vîrusa koronayê da derbas bû, tenduristî di serî da wan di gelek waran da proje û xizmetên biqîmet dan ber destê gel.

Erdogan bal kişand ku di sala 2021ê da mîna her carê ew ê bi biryar ber bi armancên xwe bimeşin û ji bo Türkiyeyê zehf bixebitin.

Erdogan di parvekirina xwe da di bin sernavê "Me di 2020î da çi kir?" da îcraetên di mijarên "danîna 40 milyon fîdanî", "Pirtûkxaneya Milet a Serokomariyê", "vekirina Mizgefta Mezin a Ayasofyayê", "li Behra Reş 405 milyar metrekûp xaza suriştî", "ziyaretên fermî", "avahî", "fabrîqe, tesîs, santral", "nexweşxane", "veguhestin", "bendav û projeyên avdanê", "teknolojî", "proje", "çand û huner", "ziyaretên nava welêt", "alîkariyên civakî û bazirganî" da agahî hat dayîn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE