"Di 24 saetên dawîn da 69 kes ji ber Kovîd-19ê wefat kirin"

Wezîrê Tenduristiyê Koca: Wezîrê Tenduristiyê Koca ragihand ku di 24 saetên dawîn da 69 kes ji ber Kovîd-19ê wefat kirin û jimara miriyan derket 425an.

"Di 24 saetên dawîn da 69 kes ji ber Kovîd-19ê wefat kirin"

 Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca got ku "Ez hişyarî didim mezinên me, ji malê dernekevin. Hişyarî didim ciwanên me, hûn nizanin ka bi we ra vîrus heye yan na. Ciwaniya we bila nebe bextreşiya malbat û mezinên we."

Wezîr Koca piştî Civîna Lijneya Zanistê ya Vîrusa Koronayê ya ku endamên Lijneya Zanistê bi telekonferansê beşdar bûn civîna çapemeniyê li dar xist.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn da 69 kes mirin û jimara miriyan derket 425an û wiha axivî:
" Di 24 saetên dawîn da 16 hezar û 160 test hatin çêkirin. Bi tevahî 140 hezar û 716 test hatin çêkirin. Me di 24 saetên dawîn da 2 hezar û 786 waqieyên pozîtîf tesbît kirin. Jimara waqieyên me bi tevahî derket 20 hezar û 921î. Ji nexweşên ku tedawiya wan dewam dikin 1251 jê di unîteya nexweşiyên giran da ne. Ji wana 867 kes girêdayî cîhaza bêhnê ne. 484 nexweşên me baş bûn û ji nexweşxaneyê hatin derxistin. Me dît ku jimara wefatên ji ser 50 salî ra her ku çû zêde bû û bi taybetî rêjeya mêran li gor jinan bilindtir e. Ji sedî 78,7ê kesên wefat kirin welatiyên 60 salî mezintir in. Li Stenbolê 12 hezar û 231, li Îzmirê 1105, li Enqereyê 860, li Konyayê 601, li Kocaeliyê 500 waqie hene. Wezîrê Tenduristiyê Koca ragihand ku li 56 bajêran ji ber vîrusa koronayê wefat çêbûn."
Koca destnîşan kir ku di serî da Stenbol nekarîn ku lîvdariya li bajarên mezin daxin asta tê xwestin û ev gotin:  

"Lijneya me ya Zanistê biryar da li cihên ku şewb bi xetereyê zêde dibe tevdîrên tundtir ên ku lîvdariyê sînordar dike bê hildan. Lijneya Zanistê pêşniyaz kir ku bi taybetî li cihên qerebalix maskeyê bidin ber dev û pozê xwe."

Wezîrê Tenduristiyê Koca got ku "Analîza Tirkiyeyê niha li Stenbolê kesek nexweşiyê belavî 16 kesan dike." 
 Wezîrê Tenduristiyê Koca der barê xebatkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dan da got ku "Di dilê min da wisa derbas dibe ku şehîd bên qebûlkirin. Ev mijar dibe ku di rojên pêş da bê rojevê." Wezîrê Tenduristiyê Koca der barê dermana ku ji Çînê anîn û ji bo nexweşên di unîteya giran da tê emilandin da got ku "Me dît ku feydeya vê dermanê beriya heyama lênêrîna awarte bêtir e. Algorîtmaya dermanê jî li gor vê hat guherandin." Wezîr Koca li ser pirsa gelo di nav endamên lijneya zanistê da kesekî bi vîrusa koronayê ketiye heye yan na ragihand ku testa vîrusa koronayê ya yek ji endamên Lijneya Zanistê pozîtîf derket.
 Wezîr koca got ku "Rêjeya umrevanên ku di nav maweya du hefteyan da ji dervayî welêt hatin ji sedî 16 e, rêjeya kesên ji Ewropayê hatin gelekî bilind bû."
Koca ragihand ku plankirina hewce ya ji bo kesên ku dê di çarçoveya verastkirina înfazê de ji girtîgehê bên texliyekirin hat kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE