Di 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanî da ziyareta piştgiriyê ya ji bo dayikên Diyarbekirê

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, di 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanî da bi tenê neman.

Di 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanî da ziyareta piştgiriyê ya ji bo dayikên Diyarbekirê

 Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, di 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanî da bi tenê neman.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 553yemîn.

Serokê Giştî yê Turk-Îşê Ergun Atalay bi minasebeta 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanî, dayikên Diyarbekirê ziyaret kirin û qurnefîl da wan.

Atalay di axaftina xwe ya li vê derê da diyar kir, jina herî kedkar a dinyayê û Tirkiyeyê ew e ku li ewladê xwe digere.

Atalay diyar kir ku hêviya wî ew e dayik bigihîjin ewladên xwe.

- Şaredarê Beyogluyê Yildiz, dayik ziyaret kirin

Şaredarê Beyogluya Stenbolê Haydar Ali Yildiz jî dayik ziyaret kirin.

Yildiz di axaftina xwe ya ziyaretê da ragihand ku dayik bi hesret li benda ewladên xwe ne.

Yildiz diyar kir, ew lanet li rêxistina terorê PKKyê dike ku zarokan direvîne çiyê û agir berdide kezeba dayikan û wiha dewam kir, "Ji ber rêxistina terorê PKKyê û partiya siyasî ya bêxem HDPyê ev dayik 553 roj in dilşewat in ku nagihîjin ewladên xwe. Wekî ewladekî em li cem dayikên li vê derê ne."

Komeke jinan jî bi alaya Tirk, dayik ziyaret kirin. Dayikên Diyarbekirê û jinan li dijî HDP û PKKyê diruşm berz kirin.

 - Ji dayikên ku nobeda ewladan digirin di 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanî da li dijî HDP û PKKyê bertek

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, di 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanî da bertek nîşanî HDP û PKKyê dan.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 553yemîn.

Ayşegul Biçerê ku li ser navê dayikan daxuyanî da, diyar kir, çalakiya ku wan li ber HDPyê daye destpêkirin di 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanî da didome.

Biçerê bal kişand, HDPya ku qaşo di her firsendê da mafên zarokan diparêze, 553 roj e dengê dayikan nabihîze û wiha dewam kir:

"Madem jin ji bo we evqas biqîmet in, hûn çima guh nadin dayikên Diyarbekirê? Ey HDP hûn çima ji rêxistina xwe ya ku dibêjin 'me pişta xwe daye PKK/YPGyê' û hûn pesnê wê didin, aqûbeta ewladên ku ji malbatên wan hatine sitandin pirs nakin û mafên dayikan naparêzin. Hûn di her mijarê da raporan amade dikin, lêbelê hûn çima der heqê wê yekê da jî raporan amade nakin ku rêxistina taşeron zarokên qîzîn dibe şer, dike ku destdirêjî li wan were kirin, miemeleya xirab li wan were kirin û bên kuştin? Wekî dayikên Diyarbekirê em ê nobeda xwe ya li vê derê bidomînin da ku HDP û PKK zarokên me nexapîne û nebe. Êdî bes e, em wan kesan lanet dikin ku keçên me xapandin û revandin."

Biçerê 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanî ya hemû jinan pîroz kir û bal kişand ku heta ewladê dawîn ji serê çiyê venegere, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Piştî daxuyaniyê dayikan duruşmeya "Em jin in dayik in, ka mafê me" berz kir.

Fatma Akkuşa dayik ku ji bi Songula keça xwe çalakiyê didomîne jî got ku ji bo wan roja jinan tuneye û roja ku zarokên wan hatin ew roj wê ji bo wan bibe roja jinan.

Akkuşê daxuyand, 6 sal e destê wê ji keça wê qetiyaye û 6 saniye be jî ew dixwaze dengê wê bibihîze û wiha dewam kir, "Bes e bira êdî li ser me lîstikan neleyîzin. Bira êdî zarokên me bînin. Keça min jî wê bûbûya dayik. Ka mafên me. Zarokên me mafên me ne, em wan dixwazin. Em wekî din tiştekî naxwazin. 6 sal e em digirîn. Lêbelê îro êşa me zêdetir dikin. Em nikarin roja jinan pîroz bikin."

Nîhal Çîftçî jî ji bo Emîrcanê kurê xwe ku 9 sal berê di 14 saliya wî da ji Hekariyê revandin serê çiyê, beşdarî çalakiyê bûye. Çîftçiyê jî got ku ew di 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê da ewladê xwe yê ku mafê wê ye, dixwaze.

Çîftçiyê bi bîr xist ku HDPyê îro ji bo roja jinan mitîng kir û wiha axivî:

"Mafên kîjan jinan diparêze? Mafên keçên xama yên ku revandin serê çiyê yan rojên dayikan ên ku cegera wan bi zorê ji wan standin pîroz dike? Ez pir meraq dikim. Ji dêvla ku diçin û derên din mitîngan dikin, bira werin û dayikên vê derê bibînin. Em anîne çi halî bira berhemên xwe bibînin. Ez îro çîçekê hildidim, lê wan çîçeka dilê min jê qetandin û hildan. Ez ji bo îro wê çîçekê dixwazim. Bira kurê min bînin û heya ku kurê min venegere ez bi tu awayî ji vê derê ranabim û naçim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE