"Di anketan da êdî ranteke gelekî mezin heye"

 Serok Recep Tayyîp Erdogan li Koşka Vahdettîn di weşana hevpar a çapemeniya civakî û televîzyonan a ku bi moderatoriya Ahmet Hakan, Işil Açikkar û Salîh Nayman hat kirin da pirsên di rojevê da bersivand.

"Di anketan da êdî ranteke gelekî mezin heye"

 Serok Recep Tayyîp Erdogan li Koşka Vahdettîn di weşana hevpar a çapemeniya civakî û televîzyonan a ku bi moderatoriya Ahmet Hakan, Işil Açikkar û Salîh Nayman hat kirin da pirsên di rojevê da bersivand.

Ordu Havalimanı'nda yaşanan olayın hatırlatılmasının ardından yöneltilen "Sandık ve milli iradeyle var olmuş bir siyasi lidersiniz. Burada sanki seçilse bile başkanlık verilmeyecek gibi bir algıdan söz ediliyor. Bu algı doğru bir algı mıdır? Bu konuda yaklaşımınız nedir?" sorusu üzerine Erdoğan, şu yanıtı verdi:

"Heke cezayekî ji maweyekî diyar bistîne dê bikeve"

Bûyerên ku li Balafirgeha Orduyê qewimîn hatin bibîrxistin û pirsa "Hûn serokekî siyasî ne ku bi sandoq û vîna gel hatine. Li vir qala nêrîneke wekî heke ku bê hilbijartin jî dê şaredartî neyê danîn tê kirin. Gelo ev nêrîn nêrîneke rast e yan na? Helwesta we ya di vê mijarê da çi ye?" hat kirin. 

Erdogan li ser vê wiha got: 

"Walî tê çi meneyê? Wekîlê serokomar ê li wî bajarî ye, wekîlê gel ê li wî bajarî ye. Heke hûn rabin û ji waliyekî ra bibêjin 'kûçik' li qisûrê nenêrin kes vê naxwe. Ez jî wek Serokomarek divê li waliyê xwe xwedî derkevim, ez wî nadim xwarin. 

Heke cezayekî ku ji maweyekî bibore bistîne dê ev bikeve, heke ji wê derbas nebe jixwe dê peywira xwe bidomîne."

 "Bila tu kes nekeve nav lêferzkirineke etnîk"

Erdogan der barê weşana hevpar a Yildirim-Îmamoglu da got ku "Min weşan neeciband. Heke hûn bibêjin ku 'Te çima neeciband?' di serî da di weşanê da rêbazeke objektîf tunebû. Ango wir ji deqîqeyan heta awayê pirskirina pirsan terefgiriyeke mezin hebû."

Erdogan got "Xizmeta ku me li Başûrê Rojhilat kir bi dehan salan heta seranserê dîroka Komarê tu îqtidarekê din nekiriye."

Serokomar Erdogan wiha axivî: "Bila tu kes nekeve nav lêferzkirineke etnîk."

Erdogan der barê daxuyaniya Ocalanê serokê terorîstan da ev gotin: 

"Li vir di rastiyê da têkoşîneke îqtidarê heye. Di vê şerê îqtidarê da helbet şerê di nav HDP-PKKê da diqewime, di nav Ocalan û Demirtaş da jî ber bi têkoşîneke îqtidarê ya mezin va diçe. 

Di daxuyaniya xwe da di nav rewşeke wekî 'heke hûn piştgiriyê didin min, heke hûn partiyeke li pişt min bin, ez dixwazim ku hûn ne biçin vir ne wir, hûn divê hêza xwe bixwe nîşan bidin û li vir nebin alîgirê yek ji van bêterefiya xwe nîşan bidin' xuya dike."

Erdogan got "Ez êdî bi tu awayî ji van anketan bawer nakim, di anketan da êdî ranteke gelekî mezin heye."

Erdogan got "Namzedê CHPyê jixwe hemû gotina xwe li ser derew û takiyeyê ava kiriye." û ev gotin: "Ji bo ku derewên wî dernekevin holê êdî du rojên krîtîk rayedarên li piştî wî biryara derneketina televîzyonê sitandin ku ev di rastiyê da revek e, edetekî FETOyê ye."AA

Dîroka nûkirinê: 21 Hezîran 2019, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE