Di bahozê da 38 kes birîndar bûn, 4 kes jî mirin

Di bahozê da 38 kes birîndar bûn, 4 kes jî mirin

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca der barê bahoza lodosê ya li Herêma Marmarayê çêbû da daxuyaniyek da.

Koca li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand li Stenbol, Bursa û Boluyê ji ber bahozê zirar çêbû û hin kes jî birîndar bûn.

Wezîr Koca anî ziman li Stenbolê bi taybetî navçeyên Esenyurt, Arnavutkoy, Avcilar û Başakşehirê zirar çêbûye û wiha dewam kir: "Di bûyerê da 38 kes birîndar bûn û 4 kes jî mirin. Birîndar bi ambulansên me yên 112yê va rakirin nexweşxaneyê. Li bajarên bûyer çêbû 24 ambulansên 112yê, 3 tîmên UMKEyê û 87 xebatkarên tenduristiyê dixebitin. Em sersaxiyê ji gelê herêmê û hemû welatê xwe ra dixwazin û dibêjin derbasî be. Xebatên me dewam dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE