Di çalakiya dayîkên Diyarbekirê da beşdarî berdewam e

Dayîkeke din a Rihayî jî beşdarî dayîkên Diyarbekirê bû ku li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikin û îdia dikin ku zarokên wan bi destê HDPyê revandine birine serê çiya...

Di çalakiya dayîkên Diyarbekirê da beşdarî berdewam e

Dayîkeke din a Rihayî jî beşdarî dayîkên Diyarbekirê bû ku li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikin û îdia dikin ku zarokên wan bi destê HDPyê revandine birine serê çiya. 

Çalakiya rûniştinê ya Dayîkên Diyarbekirê ku bi îdiaya berpirs HDP ye ku zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya serokatiya partiyê ya parêzgehê dan destpêkirin, dewam dike.

Siddika Tatliya dayîk ku ji bo kurê xwe Aziz ku 5 sal berê li Rihayê revandine birine serê çiya, beşdarî çalakiyê li ber avahiya HDPyê bû ku kurê wê paşda bînin.

Tatliya dayîk di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ew ji Siwêrega navçeya Rihayê hat û herwiha kurê wê gava 22 salî bû ji aliyê rêxistina terorê PKKyê hat xapandin û revandin birin serê çiya.

Tatliya dayîk got ku ji sala 2015an vir va wan tu xeber ji kurê wê yê ku li Zanîngeha Mardîn Artukluyê xwendekarê pola dawîn bû, nesitandiye û wiha dewam kir:

"Kurê min gava li Zanîngeha Mardîn Artukluyê xwendekarê pola dawîn bû, xapandin û birin serê çiya. 22 salî bû, niha bûye 27 salî. Ev 5 sal in ez nizanim ka sax e an mirî ye, min jê xeber nesitand. Roja çû, midûrê yûrdê di saet 21.00an da li min geriya û got kurê te tuneye. Erebeya me tunebû, em bi erebeya cîranê xwe çûn Mêrdînê. Walêzê xwe û nîşeya 'Dayê heqê xwe helal bike, ez diçim' hiştibû."

- "Em çûn Kobanêyê me nedît"

Tatliya ku dixwaze kurê wê vegere mala xwe wiha got, "Em nizanin ka sax e an mirî ye, ev 5 sal in em di şînê da ne. Heger sax be bira ji me ra têlefon veke. Me îlan jî da wekî ku wenda ye. Em gelekî lê geriyan, lê me nedît. Ez nexweş im, nû emeliyet bûm. Ez nikarim li ser piyan bimînim. Dibe ku min dibîne. Kurê min heger tu min dibînî, têlefonê veke li min bigere. Êdî bes e cîger bi me va nema."

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Cotmeh 2019, 11:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE