"Di çarîka yekem a 2023yan de emê xaza Deryaya Reş têxin ser pergala herîkîna xwe ya millî"

Serokomar Erdogan eşkere kir ku navê çaremîn keştiya sondajê ya Tirkiyeyê weke "Abdulhemîd Xan" hatiye cîgirkirin û got, "Em weke mifteya hevkariya herêmî li enerjiyê dinerin, ne weke qada girjî û pevçûnê."

"Di çarîka yekem a 2023yan de emê xaza Deryaya Reş têxin ser pergala herîkîna xwe ya millî"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Di çarîka yekem a 2023yan de emê xaza siruştî ya Deryaya Reş têxin ser pergala herîkîna xwe ya millî."

Serokomar Erdogan li Filyosê di Merasima Qeynaxkirin û Yekem Borîdaxistina Deryayê ya Xaza Deryaya Reş de axivî.

"Qada Xazê ya Sakaryayê, dê înşallah sala 2026an dest bi berhemanîna hesinê rijandî bike"

Serokomar Erdogan ji bo xaza siruştî ya Deryaya Reş got, "Di çarîka yekem a 2023yan de emê di faza yekem de 10 milyon metrekup xaza siruştî, têxin ser pergala xwe ya millî. Qada Xazê ya Sakaryayê, dê înşallah sala 2026an dest bi berhemanîna hesinê rijandî bike."

Serokomar Erdogan eşkere kir ku navê çaremîn keştiya sondajê ya Tirkiyeyê weke "Abdulhemîd Xan" hatiye cîgirkirin û got, "Em weke mifteya hevkariya herêmî li enerjiyê dinerin, ne weke qada girjî û pevçûnê."

Erdogan wiha pê de çû:

"Heta em Tirkiyeyê bikin welatekî ku pirsa asayişa pêdiviya enerjiyê bi temamî hel kiriye, emê bi awayekî firealî têkoşana xwe bidomînin. Bila neyê jibîrkirin ku bi qasî giringiya miqdara xaza Deryaya Reş, îmzakirina vê keşfa tarîxî bi îmkanên xwemalî jî gelekî giring e. Piştî çarîka pêşî ya 2023yan ku dê xaza siruştî li xaniyan were bikaranîn, dê qonaxeke din a derûnî bê derbaskirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE