"Di cejnê de dê li temamê 81 wîlayetên me sînordarkirina derketina derve bê cîbicîkirin"

Serok Erdogan got, "Ji roja erefeyê heta roja dawîn a cejnê wate 23-24-25-26ê gulanê dê li temamê 81 wîlayetên me sînordarkirina derketina derve bê cîbicîkirin."

"Di cejnê de dê li temamê 81 wîlayetên me sînordarkirina derketina derve bê cîbicîkirin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan got, "Ji roja erefeyê heta roja dawîn a cejnê wate 23-24-25-26ê gulanê dê li temamê 81 wîlayetên me sînordarkirina derketina derve bê cîbicîkirin."

Erdogan piştî Cîvîna Kabîneya Serokomariyê ya ku li Tarabyayê li Qesra Huberê bi sedema vîrusa koronayê cara 8an bi rêya vîdeo konferansê hat lidarxistin, daxuyanî dan.

Serok Erdogan Şeva Qedrê ya ku di hefteya dawîn a Remezana Şerîf de ye li hemî welatiyan pîroz kir.

Serok Erdogan got, "Ez hêviyê ji Xwedayê xwe dikim ku ev roj û şevên pîroz ji bo welat û gelê me bi taybet û bi giştî ji bo alema Îslamê û hemî mirovayetiyê bibe sedema aramî û aşitiyê. Ez hêvî dikim Xwedayê min bi navê xwe yê Qehhar terorîst û zalimên ku di van rojên pîroz de jî li welatê me, li Sûriye û li Libyayê xwîna mezlûman dirijînin, wan tune bike."

Erdogan wiha pêde çû:

"Êrîşa PKKyiyan a dijî komên wefayê ya ku Wezareta me ya Navxweyî pêkanîbûn, herwiha êrîşa ku CHPyiyan li Adanayê li dar xist herçiqas bi amûrên cihê bin jî armanc yek e. Êdî dê maskeya li ber çavê wan nikariba rûyê wan veşêre."

Serok Erdogan bal kişand ser wê yekê ku dê di çarçoveya hesasiyetên Lijneya Zanistê de ya ku di bin banê Wezareta Tendirustiyê de kar dike, teqwîme normalîzebûnê li gorî pêşhatan bê domandin.

Erdogan gavên ku vê hefteyê di Civîna Kabîneyê de gihandine biryaraê wiha rêz kir:

"Rênimayek di warê cîbicîkirina plana normalîzebûnê de ku hemî sektor guh bidinê hat weşandin. Ji roja erefeyê heta roja dawîn a cejnê wate 23-24-25-26ê gulanê dê li temamê 81 wîlayetên me sînordarkirina derketina derve bê cîbicîkirin. Înşelle piştî cejnê dê pêdiviya me bi van sînordarkirinan nemîne. 24ê gulanê roja yekşembê ku yekemîn roja cejnê ye, saet ji 14.00ê heta 20.00ê dê welatiyên me yên bi ser 65 salî re dîsan bikaribin derkevin derve. Herwiha heman tişt dê roja çarşemb û îniyê ji bo ciwanên me jî hebe.

Sînordarkirina seyahetê ya ji bo 15 wîlayetên me bo maweya 15 rojan hat dirêjkirin. Hevdîtinên girtî yên li girtîgehan ku maweyeke nayên kirin, bi pabendiya hinek sînordarkirin û rênimayan de di meha hezîranê de dê bikirin. 29ê gulanê roja îniyê bi nimêja îniyê re di çarçoveya pabendiya mercên ku walîtî û miftîtiyên me destnîşan kirine de, emê mizgeftan ji îbadetê re vekin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE