Di civîna bi serokatiya Erdogan da geşedanên li İdlibê hatin nirxandin

Di civînê da gavên ku dê li hemberî êrîşa unsûrên rejimê ya dijî eskerên Tirk ên li herêma Îdlibê bên avêtin, hatin gotûbêjkirin.

Di civîna bi serokatiya Erdogan da geşedanên li İdlibê hatin nirxandin

Bi serokatiya Serok Recep Tayyîp Erdogan, civîna gotûbêjkirina gavên ku dê li hemberî êrîşa unsûrên rejimê ya dijî eskerên Tirk ên li herêma İdlibê bên avêtin, hat kirin.

Li gorî agahiyê, di civînê da biryar hat sitandin ku xwîna şehîdan li erdê nemîne û bersiva êrîşê were dayîn.

Dîsa di civînê da hat balkişandin, tu êrîş nikare Türkiyeya ku ji bo astengkirina pevçûnan, edilandina ewlehiya sînor û herwiha astengkirina pêleke nû ya koçê li İdlibê ye, ji biryara xwe bîne xwarê.

Alîkarê Serokkomar Fuat Oktay, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusi Akar, Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Serokê MÎTê Hakan Fidan, Serokê Pîşesaziya Parastinê Îsmail Demir û Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun beşdarî civînê bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE