"Di Civîna NATOyê da emê careke din binê wê xêz bikin ku em girîngiyê didin hevkariyê"

"Di mijara F-35an da Tirkiye li ser soza xwe ma, lê mixabin yê ku soza xwe bi cih neanî, li gor peymanê tevnegeriya Amerîka ye."

"Di Civîna NATOyê da emê careke din binê wê xêz bikin ku em girîngiyê didin hevkariyê"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Em dema sînorên xwe diparêzin, em sînorên NATOyê jî diparêzin. Em bendê ne ku li gor rûhê mitefîqiyê bê tevgerîn."

Erdogan ji bo beşdarî Civîna Serokên NATOyê ya ku wê sibê bê lidarxisitin bibe çû Bruksela paytextê Belçîkayê.

Beriya çûyîna xwe Erdogan li Avahiyê Mêvanan a Dewletê ya Balafirgeha Ataturkê civîneke çapemeniyê li dar xist 

Serokomar Erdogan der barê civîna NATOyê da wiha got: "Tifaq wê nexşerêya 10 salan kifş bike û em ê beşdarî civîneke girîng a biryarên pêvajoya NATOyê ya 2030î bibin. Em ê careke din binê wê xêz bikin ku em girîngiyê didin hevkariya bi mitefîqên me ra tê kirin. Em dema sînorên xwe diparêzin, em sînorên NATOyê jî diparêzin. Em bendê ne ku li gor rûhê mitefîqiyê bê tevgerîn. 

Der barê têkiliyên bi NATOyê ra da jî Erdogan wiha axivî: "Niha di nav welatên NATOyê yên wezîfeyên dikevin li ser milê wan baş dikin da Tirkiye di nav wan 5 welatên ewil da cih digire. Li hemberî ceribandinên ku NATO bi wan ra rûbirû dimîne me wek mitefîqekî pêewle berpirsyariyên girîng hilda li ser milê xwe û em hê jî hildidin. Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg her tim tevgerên erênî nîşan dide û dostekî me ye."

"Em ê hesabê her dilopek xwînê ji van nemerdan bipirsin"

Erdogan der barê êrîşa terorê ya li Efrînê li hemberî Nexweşxaneya Şifayê hat kirin da jî wiha got: "Êrîşa terorê ya dijî Nexweşxaneya Şifayê ya li Efrînê nîşan da ku PKK/YPG rêxistineke çawa hov û qeleş e. Em ê hesabê her dilopek xwînê ji van nemerdên ku li welatê me bêgunehan, li Sûriyeyê sivîlan û li Iraqê jî birayên me yên kurd dikujin, bipirsin. Wek Tirkiye em bi tenê dijî terorê têkoşînê nadin, di heman demê da li aliyê rojhilat-rojavayê em bi koça bêdestûr ra jî rûbirû dimînin."

 "Divê em têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê biaxivin"

Erdogan behsa hevdîtina xwe ya bi Bîden da wê bike kir û wiha got: "Piştî ku Bîden dest bi wezîfeyê kir ev ê bibe hevdîtina me ya ewil a rûbirû û divê em têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê biaxivin. Li hundir û derva gelek gilî, gotin hatin gotin û xeyb çêbûn, lê divê em van li dû xwe bihêlin û em dikarin çi bikin em li ser vê yekê biaxivin. Mijarên hevdîtina me gelek in. Hemû derdê me û hêviya me ew e ku em tevgereke baş ya bê hincet ya ku wê hêza yekîtî û hevrabûna bi NATOyê ra xurt bike em ji Amerîkayê bibînin. 24ê Nîsanê mixabin pêvajoyeke gelek nebaş bû. Em ji ber vê gelekî xemgîn bûn. Bêyî ku em behsa vê bikin û em derbas bibin nabe, ev ne rast e. Hêvî dikim em van hevdîtinan bi hesas bikin û gavên ku wê 24ê Nîsanê bidin jibîrkirin bavêjin."

Mijara F-35an

Ji bo mijara F-35an û pîşesaziya parastinê jî Erdogan wiha got: "Bi Amerîkayê ra der barê pîşesaziya Parastinê da gelek mijarên divê bên axaftin hene. Ya herî girîng mijara F-35an e. Di vê mijarê da Tirkiye li ser soza xwe ma, lê mixabin yê ku soza xwe bi cih neanî, li gor peymanê tevnegeriya Amerîka ye."

Serokomar Erdogan behsa amadehiya Amerîkayê ya ji vekişîna Efxanistanê jî kir û wiha pê da çû: "Dema ji wir vekişiya tekane welatê biewle yê ku wê pêvajoyê bidomîne Tirkiye ye."

Pirsgirêka musîlajê

Der barê pirsgirêka musîlajê ya li Behra Marmarayê da jî Erdogan wiha axivî: "Niha li 77 cihan 1700 metrokup musîlaj hatiye paqijkirin. Xebateke mezin dewam dike. Li gor esasa 7 roj û 24 saetan xebat wê dewam bikin."

Têkiliyên Tirkiye û Azerbeycanê

Ji bo têkiliyên Tirkiye û Azerbeycanê jî Erdogan wiha got: "Biratiya Tirkiye û Azerbeycanê temînata aştî, refah û îstiqrara herêma me ye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE