Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Di destpêkê da li tevahiya Rîzeyê ji bona avahiyên di lehiya di 15ê Tîrmehê da zirar dîtine û talûke ji bona wan heye em ê bi tevahî 550 avahî çêkin."
Erdogan li Rîzeya ku ji ber baranê lehî lê rabû û hezaz çêbû li ber Serokatiya Guneysuyê ya AK Partiyê xitabî welatiyan kir.
Serok Erdogan destnîşan kir di lehiya li Rîzeyê rabû da heya niha 328 jê yên lêgerîn û xilaskirinê 2 hezar û 860 personel û 705 wesaît wezîfe kirine û got ku 426 rêyên ji ber afatê hatin girtin bi temamî hatine vekirin.
Erdogan destnîşan kir ku avê didin hemû herêma afetê û di ava vexwarinê, vejen û ragihandinê da tu pirsgirêk tuneye û wiha axivî, "Li Rîzeyê 665 avahiyên di bin talûkeya lehiyê da ne hatine tesbîtkirin. Em him herêmê vala dikin û him jî ji bona çareserkirina mexdûriyetan projeyan didin meşandin. Di destpêkê da li tevahiya Rîzeyê ji bona avahiyên di lehiya di 15ê Tîrmehê da zirar dîtine û talûke ji bona wan heye em ê bi tevahî 550 avahî çêkin. Li navenda Rîzeyê, Çayelî, Guneysuyê û li 119 gundan xebatên tesbîtkirina avahiya bi 50 ekîbên cuda li gor esasa 7/24 di nav du rojan da hatine temamkirin."
Serok Erdogan got ku alîkariya kirê, barkirin û alîkariyên din dane afetzedeyên li Rîzeyê û ji 18 milyon lireyê ku ji bona rewşên acîl hatiye terxankirin 3 milyon lire hatiye belavkirin.
Erdoganê balê kişand ser lehiyên li Rîze û Artvînê got ku li gor rêberiya mînakên baş yên berê divê em ji tecrubeyên êşdar dersê hildin û ji xwe ra nexşerêyeke nû xêz bikin û wiha pê da çû, "Me di dewsa mîmariya bilind da mîmariya berwar teşwîq kir û bajarên me parî rehet bûn. Rica dikim li berpalan avahiyên 5 û 10 qatî çênekin."
AA