Di doza "Ergenekonê" ku piştî biryarên berê yên beraet, bêpeywirî û ketinê, ji bo 235 berşikan dewam dikir da hemû berşikan ji sûcê "damezirandin, birêvabirin, endametî, alîkarî û hewandina rêxistina terorê ya çekdar" beraet kirin.
Di rûniştina piştî nîvro ya danîşîna dehemîn a li Dadgeha Cezayê Giran a 4emîn a Stenbolê da biryar hat eşkerekirin.
Heyetê diyar kir, hemû sûcên ku berşikên girtî Alparslan Arslan, Erhan Timuroglu, Îsmaîl Sagir û Osman Yildirim pê tên tawanbarkirin, di çarçoveya sûcê "binpêkirina Destûrê" ku cezayê wê yê herî giran e da hatin nirxandin. Heyetê herwiha cezayê hebsa muebeta girankirî da berşik Alparslan Arslan û cezayê hebsa muebetê jî da berşikên din Yildirim, Timuroglu û Sagir.
Heyeta dadgehê eşkerekirina biryarên xwe yên ceza û beraetê yên der heqê berşikên mayîn da didomîne.
AA