Di doza giştî ya Sererkaniyê da biryar hat eşkerekirin

Ji bo 17 bersûcên Orgeneral Akin Ozturkê endamên Şûreya Eskerî ya Bilind û Fermandarê Hêzên Hewayê yê berê jî tev e 141 caran cezayê hetahetayê yê girankirî hat dayîn.

Di doza giştî ya Sererkaniyê da biryar hat eşkerekirin

Di doza "banî" a Sererkaniyê ya têda 224 bersûc dihatin darizandin a li ser çalakiyên li Serkerniyê ya dema hewla derbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016an a Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da biryar hat dayîn.

Ji bo 17 bersûcan 141 caran cezayê hetahetayî yê girankirî

Di doza li salona hezar û 800 kesî hildide ya Kampusa Caza Înfazê ya Sîncanê hat dîtin da Serokê Mihkemeyê Oguz Dîk hikûm eşkere kir.

Ji bo 17 bersûcên Orgeneral Akin Ozturkê endamên Şûreya Eskerî ya Bilind û Fermandarê Hêzên Hewayê yê berê jî tev e 141 caran cezayê hetahetayê yê girankirî hat dayîn.

Li gor vê ji bersûcan ji bo Akin Ozturk, Ahmet Ozçetîn, Alî Osman Gurcan, Bîlal Akyuz, Cemîl Turhan, Erhan Caha, Firat Alakuş, Hakan Evrîm, Kubîlay Selçuk, Mehmet Dîşlî, Mehmet Partîgoç, Omer Faruk Harmancik, Murat Koçyîgît, Mustafa Bariş Avialan, Orhan Yikilkan, Sînan Surer, Muhsîn Kutsî Bariş û Osman Kiliç ji ber "binpêkirina qanûna bingehîn" carekê, ji ber kuştina 139 kesan 139 caran xêncî Osman Kiliç ji bo "sûîqesda dijî Serokomar" carekî cezayê hetahetayî yê girankirî hat dayîn.

Bi vî awajî ji bo Kiliç 140 carî, ji bo bersûcên din 141 carî cezayê hetahetayî yê girankirî hat dayîn.

Di doza banî ya Sererkaniyê ya li ser hewla derbeyê da dadgehê biryar da ku dosyeyên 13 kesên fîrarî yên Fetullah Gulenê serkêşê rêxistinê jî tev e verin veqetandin.

Cezayê ku dan bersûcan li gor wezife û navan wiha ye:

Mîralayê Qurmay Alî Yaziciyê seryawerê Serokomar Erdogan ê berê yê endamê qaşo "konseya silha welêt" e cezayê hetahetayî yê girankirî xwar.

Fermandarê Alaya Mihafizan ê Serokomariyê yê berê Muhsîn Kutsî Barişê ku fermana ketina TRTyê dabû cezayê hepsê ya muebed ya giran hilda.

Mîralayê berê Ertugrul Terziyê li pêşiya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan gule berî sivîlan dabû cezayê hetahetayî yê girankirî xwar. 
Orgeneralê berê Akin Ozturkê endamê qaşo "konseya silha welêt" 141 caran cezayê hetahetayî yê girankirî xwar.

Tuxgeneralê berê Ahmet Bîcan Kirkerê endamê qaşo "konseya silha welêt" yê fermana derketina tankan dabû hepsa hetahetayê ya girankirî xwar . 

Tuxgeneralê berê Mehmet Partîgoçê endamê qaşo konseya silha welêt ê danezana derbeyê da îmzeya wî hebû 141 caran cezayê hetahetayî yê girankirî xwar. 

Fermandarê tîma OKKê ku li biryargeha Sererkaniyê fermandar derdest kirin û kurmay albayê berê Firat Alakuş cezayê hebsa muebed ya girankirî xwar. 

Tumgeneralê berê Mehmet Dîşliyê endamê qaşo "konseya silha welêt" ê darbe teblîxê Hulusî Akar kir cezayê hepsê ya muebed ya 141 car hatiye girankirin hilda. 

Korgeneral Îlhan Taluyê Serokê Personelên Sererkaniyê yê berê û endamê qaşo "konseya silha welêt" 141 caran cezayê hetahetayê yê girankirî xwar. 

Yarbayê berê Levent Turkkan ku di hewla derbeyê ya FETO da yawerê Hulusî Akar bû, cezayê hebsê yê muebeda girankirî xwar. 

Tumgeneral Kubîlay Selçukê Fermandarê Baregeha Jetan a Sereke ya 2yemîn a Çigliyê yê endamê qaşo "konseya silha welêt" cezayê hepsê ya muebed ya 141 car hatiye girankirin hilda. 

Tuxamîralê berê Sînan Surerê endamê qaşo "konseya silha welêt" ê li Sererkaniyê gule berî sivîlan dabû 141 caran cezayê hetahetayê yê girankirî xwar.

Dîroka nûkirinê: 20 Hezîran 2019, 18:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE