Di doza kuştina Hrant Dînk da biryar hat eşkerekirin

Di doza kuştina Hrant Dînk da biryar hat eşkerekirin

Dadgeha Cezayê Giran ya 14emîn ya İstanbulê di doza kuştina Hrant Dînkê Rêvebirê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê da ku tevî Fetullah Gulenê serkirdeyê FETOyê, Zekeriya Ozê dozgerê berê, rojnamevan, cendirme û wezîfedarên ewlehiyê 6 jê girtî û 13 jê firarî 76 bersûc tên darizandin, biryara xwe eşkere kir.

Dadgeha Cezayê Giran ya 14emîn ya İstanbulê piştî gotinên dawîn yên bersûcan heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir.

Ercan Gunê bersûcê girtî yê doza kuştina Hrant Dînk ji ber endamtiya FETOya rêxistina terorê ya çekdar 10 sal cezayê hepsê xwar.

Di doza kuştina Hrant Dînk da tevî Fetullah Gulenê serkirdeyê FETOyê dosyeya 13 bersûcan hat cihêkirin.

Der barê Sabrî Uzun û Celalettîn Cerrahê bersûcên serbest yên doza kuştina Hrant Dînk da ji ber ku dem bihuriye biryar hat dayîn ku dosyeya dozê bikeve.

Alî Fuat Yilmazerê midûrê ewlehiyê yê berê ku di doza kuştina Hrant Dînk da girtî dihat darizandin cezayê hepsa hetahetayî xwar.

Muharrem Demîrkaleyê eskerê berê ku di doza kuştina Hrant Dînk da girtî dihat darizandin cezayê hepsa hetahetayî ya 2 caran girankirî xwar.

Ramazan Akyurekê midûrê ewlehiyê yê berê ku di doza kuştina Hrant Dînk da girtî dihat darizandin cezayê hepsa hetahetayî ya girankirî xwar.

Alî Ozê Fermandarê Cendirmeyên Trabzonê yê berê di doza kuştina Hrant Dînk da 28 sal cezayê hepsê xwar.

Di doza kuştina Hrant Dînk da Ahmet Îlhan Gulerê Midûrê Şaxa Îstixbaratê ya İstanbulê yê berê û Engîn Dînçê Midûrê Şaxa Îstixbaratê yê Trabzonê yê berê ji sûcê "kuştina ji ber îhmalê" beraet kirin û ji ber sûcê "îhmalkirina karê kamuyê" jî ji bona dem bihuriye der barê wan da biryar hat dayîn ku dosyeya dozê bikeve.

Heyeta dadgehê der barê bersûcên firarî yên biryara qefaltina wan heye da ji ber ku parastina wan nehatiye hildan biryar da ku dosyeyên Fetullah Gulen, Adem Yavuz Arslan, Ekrem Dumanli, Coşgun Çakar, Halîl Îbrahîm Koca, Mehmet Akif Yilmaz, Mehmet Faruk Mercan, Metîn Canbay, Omer Faruk Kartin, Serkan Şahan, Yilmaz Angin, Yunus Yazar û Zekeriya Oz bên cihêkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE