"Di doza wan a heq da em ê timî li cem gelê Filistînê bin"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku Tirkiye dê timî li cem gelê Filistînê be.

"Di doza wan a heq da em ê timî li cem gelê Filistînê bin"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku Tirkiye dê timî li cem gelê Filistînê be.

Çavuşoglu ji ser hesabê xwe yê Twitterê bi minasebeta "Roja Mildayînê ya ji bo Gelê Filistînî ya Navneteweyî" peyamek parve kir.

Wezîr Çavuşoglu di peyama xwe da wiha got, "Em di Roja Mildayînê ya ji bo Gelê Filistînî ya Navneteweyî da ji dil piştgiriyê didin birayên xwe yên Filistînî. Ev doz, doza me ye. Di doza wan a heq da em ê timî li cem gelê Filistînê bin."

- "Hewilên me yên ji bo bidawîkirina bêedaletiyê dê bidomin"

Di peyama têkildarê mijarê ya ku ji ser hesabê Wezareta Karên Derva yê Twitterê hat parvekirin da jî wiha hat gotin, "Di Roja Mildayînê ya ji bo Gelê Filistînî ya Navneteweyî da em bi awayê herî bihêz wê yekê piştrast dikin ku em li cem doza heq a gelê Filistînê ne. Hewilên me yên ji bo bidawîkirina bêedaletiya dîrokî ya ku gelê Filistînî yê birayê me rûbirû ye, bi awayekî mayînde, li ser bingehê avabûna du dewletan çareser bibe, didomin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE