Di doza Yasîn Boru ya ji nû va hat dîtin da biryar hat eşkerekirin

Di doza Yasîn Boru ya ji nû va hat dîtin da biryar hat eşkerekirin

Li Diyarbekirê bi hinceya bûyerên Kobanêyê di çalakiyên bêdestûr ên 6-8ê cotmeha 2014an da Yasîn Boru hatibû kuştin. Di doza Daraza Bilind biryara wê betal kiribû da ji nû va doz hat dîtin û biryara teze hat dayîn.

Bersûc û parêzerên aliyan beşdarî rûniştina li Dadgeha Cezayê Giran a 2yan ya Enqereyê bûn. Serokê mehkemeyê dora axaftinê da bersûcan û xeber bidin.

Bersûcên mitealaya dozgeriyê û biryara betalkirinê ya Daraza Bilind qebûl nekir û beraeta xwe xwestin.

Piştî navberê heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir.

Li gor vê, ji ber sûcê "bi hovîtî kuştin û eziyetkirina zarokan" cezayê hepsa hetahetayî ya girankirî dan Sedat Çoban, Mecnun Akkoyun, Ugur Doganay, Abdurrahîm Pamuk, Mehmet Şah Yuce, Alî Guler, Umit Doganay, Ahmet Taylan, Hasan Uyanik, Burhan Dîcle, Alî Karakurt, Cevher Turk, Mehmet Çaglar, Resul Savur û Remzî Ozşan.

Ji bo Yilmaz Ogurlu, Ahmet Selçuk û Alî Kayayê di dema bûyerê da ji 18 salî piçûktir bûn jî ji ber heman sûcî 23 sal cezayê hepsê hat dayîn.

Dosyaya Cîhan Yildiz, Ridvan Baş û Mustafa Daşiyê parastina wan nehat tesbîtkirin û Erkan Balaban, Ferdî Gul, Mazlum Îçlîyê ku mezeret nîşan dan, hat veqetandin. Huseyîn Okçu jî beraet kir.

Wekî mayîn heyeta mehkemeyê ji bo bersûcan teqdîra daxistina ceza bi kar neanî.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE