Di du rojan da 20 hezar kesî "Pêşangeha Makîneyên Derasayî yên Cezerî" ziyaret kir

Welatiyên ku keysa xwe li dawiya hefteyê anîn, digel sir û sermayê li ber Birca Bizinan ketin dorê da ku li pêşangehê bigerin.

Di du rojan da 20 hezar kesî "Pêşangeha Makîneyên Derasayî yên Cezerî" ziyaret kir

"Pêşangeha Makîneyên Derasayî yên Cezerî" ya ku li Sûra naveya Diyarbekirê li Birca Bizinan di 25ê Adarê da hat vekirin û tevî prototîpên 25 berhemên El-Cezerî, erebeya firînê ya ewil a Tirkiyeyê Cezerî ya ku ji hêla Baykarê bi awayekî resen hat siwêrîn tê da tên nîşandan, eleqeyeke mezin û germ dît.

Welatiyên ku keysa xwe li dawiya hefteyê anîn, digel sir û sermayê li ber Birca Bizinan ketin dorê da ku li pêşangehê bigerin.

Ziyaretvanan di pêşangehê da der heqê alavên tên nîşandan da agahî sitandin û ji xwe ra wêne kişandin.

Serokê Daîreya Karûbarên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin Diyarbekirê Ali Çelik diyar kir, ew pir kêfxweş in ku gelê Diyarbekirê eleqeyeke germ nîşanî pêşangehê da.

Çelik da bibîrxistin ku pêşangeh 25ê Adarê roj Înê hat vekirin û di nava 2 rojan da bi qasî 20 hezar kesî pêşangeh ziyaret kir û wiha got, "Pêşangeh dê heya 18ê Gulanê vekirî be û li gorî ziyareta herdu rojên ewil, em texmîn dikin dê di maweya 2 mehan da 400 hezar kes pêşangehê ziyaret bike."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE