Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Bobelatê ya Wezareta Karên Navxweyî (AFAD) ragihand ku jimara kesên di erdheja li Îzmirê da mirin derket 20an, jimara birîndaran derket 786an.
Di daxuyaniya AFADê da hat diyarkirin ku piştî erdhejê 23 jê ji 4an mezintir 196 erdhejên piştlerze çêbûn.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku li gor agahiyên ji Navenda Kordînasyona Afatê ya Tenduristiyê (SAKOM) hati bidestxistin yek jê xeniqî 20 welatî di erdhejê da mirin, 786 welatî jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da herwiha hat ragihandin ku ekîbên piştgiriya psikosoyla û tenduristiya gel a Heyva Sor 114 hezar û 460 maske û 5 hezar dezenfektan şandin herêmê.
AA