Di erdheja Îzmirê da 26 kes mirin, 831 kes birîndar bûn

Di erdheja Îzmirê da 26 kes mirin, 831 kes birîndar bûn
GALERIYA NÛÇEYÊ
Erdheja li Îzmirê

Erdheja li Îzmirê

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê ya Wezareta Karên Navxweyî (AFAD) diyar kir ku di erdheja li Îzmirê da 26 kes mirin, 831 kes birîndar bûn.

Di daxuyaniya AFADê da hat destnîşankirin ku piştî erdheja mezin 35ê wan ji lerza 4ê mezintir 489 erdhej çêbûn. 

Li gor agahiyên ji Navenda Kordinasyona Afatê ya Tenduristiyê (SAKOM) hat sitandin, yekê wan xeniqî bi tevahî 26 welatî di erdhejê da mirin, 831 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku li 17 avahiyan xebatên lêgerîn xilaskirinê dikirin xebatên li 9 avahiyan hatin temamkirin, li 8 avahiyan hê dixebitin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE