Serokatiya Rêveberiya Reşa Acîl Afetê (AFAD) a Wezareta Navxweyî ragihand ku hejmara miriyên di erdheja Îzmîrê de gihiştiye 95an.
Li gorî daxuyaniya AFADê heta saet 19.30î, piştî erdheja 6,6 a ku 30ê cotmehê çêbû, 43 ji wan zêdetir ji şîdeta 4ê, bi giştî 1323 paşhej hatine tomarkirin.
Li gorî agahiya ku ji Navenda Kordînasyona Afet Tendirustiyê hatin sitendin, di erdhejê 95 kesan canê xwe ji dest da, 994 kes birîndar bûn. Ji birîndaran 847 kes taburcî bûn û dermankirina 147 kesan berdewam e.
Li Îzmîrê xebata lêgerîn û rizgarkirinê ya ku di 17 avahiyan de dihat kirin, di 12an de qediya û di 5 avahiyan de xebat berdewam e.
AA