"Di firotina tenzîmê da biha ji sedî 50 kêm bûn û hê jî kêm dibin"

"Kesên dixwazin rê li ber bigirin ku Tirkiye pêşva here her dem cudahiyên me derdixin pêş û diemilînin û ev jî belasebeb nîne." 

"Di firotina tenzîmê da biha ji sedî 50 kêm bûn û hê jî kêm dibin"

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Heger biha bên asteke maqûl em ê ji meydanê vekişin, lê heger ev çênebe em ê hin gavên din jî biavêjin."

Erdogan li Xaçerêya PTTyê di mitînga AK Partiyê ya Erdexanê da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir kesên dixwazin rê li ber bigirin ku Tirkiye pêşva here her dem cudahiyên Tirkiyeyê derdixin pêş û diemilînin û got ku ev jî belasebeb nîne.

Erdogan diyar kir bi saya ciyên tenzîmê welatiyên Tirkiyeyê ji nav lepên sîmsaran hatin xilaskirin û wiha got: "Di firotina tenzîmê da biha ji sedî 50 kêm bûn û hê jî kêm dibin."

Serok Erdogan ji bo rexneyên dijî ciyên tenzîmê wiha got: "Kemal Efendî tu aciz bibî jî nebî jî li vî welatî em ê heqê jiyanê nedin kesên dixwazin karê şêlandinê bikin."

Erdogan destnîşan kir heger biha bên asteke maqûl wê ji meydanê vekişin got ku lê heger ev çênebe em ê hin gavên din jî biavêjin.

Serok Erdogan destnîşan kir mîna hin kesan siyaseta herêmekê û îstismarê nekirine û wiha axivî: "Me tu wextî nexşeya Tirkiyeyê gorî rengan dabeş nekir. Em partiyeke wisa nînin ku mîna CHPyê li hin herêm û bajaran yan jî li peravan hepiskirî bimînin."

Erdogan balê kişand ser hilbijartinên di 31ê Adarê da û wiha peyivî: "Di 31ê Adarê da yan em ê mîna 17 salên dawîn bibêjin 'Bira îstiqrar dewam bike û Tirkiye mezin bibe' yan jî em ê li ber welatê xwe deriyê tiştên nediyar vekin."

Serok Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Teror ji nediyariyê hez dike. Derbekar ji hikûmetên qels hez dikin. Kesên çav berdane nan û debara xelkê ji îqtidarên bêhêz hez dikin. Kesên dijminatiya Tirkiyeyê dikin ji siyasetmedarên dikarin îdare bikin hez dikin. Tiştên piştî 7ê Hezîranê qewimîn nîşan didin ku di valahiyekê da çi li Tirkiyeyê diqewimin."AA

Dîroka nûkirinê: 01 Adar 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE