''Di her warî da ji bona welatiyên me çi baş be em ê bi cî bînin''

Serok Erdogan got ku bira şik û gumana kesî çênebe, di her warî da ji bona welatiyên me çi baş be em ê bi cî bînin.

''Di her warî da ji bona welatiyên me çi baş be em ê bi cî bînin''

Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Tirkiyeyê bi hêza xwe ya hilberîn û îstixdamê zeximbûna xwe ya li hember tengasiyan dîsa nîşan daye."

Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan diyar kir Tirkiyeyê mîna her gav wê tengasiyên roja îroyîn jî li dû xwe bihêle û wiha got, "Tirkiyeyê bi hêza xwe ya hilberîn û îstixdamê zeximbûna xwe ya li hember tengasiyan dîsa nîşan daye."

Erdogan got ku bira şik û gumana kesî çênebe, di her warî da ji bona welatiyên me çi baş be em ê bi cî bînin.

Serok Erdogan destnîşan kir welatiyên wan eleqeyeke mezin nîşanî hesabên mewduatê yên nû dane û got pereyê ku di van hesaban da kom bûye gihîştiye 550 milyar lireyî.

Erdogan diyar kir di pêşerojê da jî ji bona îstiqrara bihayan wê hemû tevdîran hildin û got ku gava em tevdîr hildin jî em ê disiplîna malî piştguh nekin.

Serok Erdogan diyar kir hişmendiya ku mezlûman li gor dîn, kok û çermên wan ji hev diqetîne eleqeya wê bi merivtî û medeniyetê ra tuneye.

Erdogan got ku mîna bêxweyî hiştina Ukraynayê em neheqiya dijî gel, edebiyat, xwendekar û hunermendên Rûsyayê jî qebûl nakin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE