"Di herdu hefteyên pêşî yên meha Remezanê de em diçin xwegirtina qismî"

Serok Erdogan got, "Di herdu hefteyên pêşî yên meha Remezanê de emê tedbîran hinekî din bişidînin û biçin xwegirtina qismî."

"Di herdu hefteyên pêşî yên meha Remezanê de em diçin xwegirtina qismî"

Serok Recep Tayyîp Erdogan got, "Di herdu hefteyên pêşî yên meha Remezanê de emê tedbîran hinekî din bişidînin û biçin xwegirtina qismî. Di serdema herdu hefteyan pêşî de heke em başbûna hedefkirî bidest nexin, dibe ku sepanên zehmettir werin."

Serok Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya li Kulliyeya Serokomariyê bangî gel kir.

Erdogan di destpêka axaftina xwe de meha Remezana Şerîf ya ku gelê Tirkî û alema Îslamê îro rojiya xwe ya yekem digire tebrîk kir.

Serok Erdogan bal kişand ser guherîna di sînordarkirinên ji bo cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di meha Remezanê de û wiha got, "Di herdu hefteyên pêşî yên meha Remezanê de emê tedbîran hinekî din bişidînin û biçin xwegirtina qismî. Di serdema herdu hefteyan pêşî de heke em başbûna hedefkirî bidest nexin, dibe ku sepanên zehmettir werin."

Erdogan wiha pê de çû:

"Saetên sînordarkirina derketina derve yên nava heftiyê weke êvarê ji 19.00 heta sibehê 05.00 hate rojanekirin. Di saetên derketina derve de bêyî rewşên zarûrî dê destûra seyaheta nava bajaran de neyê dayin. Em ji bo kesên ji 65 salan mezintir û ji 18 salan biçûktir dîsan sînordarkirina bikaranîna wesayitên veguhastina bi komî tînin."

Erdogan anî zima ku li saziyên kamûyê bi awayê ku saet 16.00ê biqede ew dîsan mesaiya bi dorê û sistkirî tînin û got, "Kafe, qawexane, loqal, bexçeyên çayê, holên werzişê yên weke wan ku xizmeta xwarin vexwarinê didin, dê heta cejnê navberê bidin fealiyetên xwe. Kargehên weke xwaringehan seranserê remezanê tenê di saetên diyarkirî de xizmeta pakêtan û were-bibe bixebitin. Dê li tesîsên hêwirînê û li malan xwarinên bi komî yên weke fitarê neyên kirin. Otêl tenê dê bikarin xizmetê bidin mişteriyê xwe. Rezervasyonên saxte û hîle dê neyên qebûlkirin. Civînên weke dawet, nîşan, hinne û nîkahê digel hemî çalakiyên li qadên girtî heta piştî cejnê dê neyên lidarxistin."

Serok Erdogan wiha jî got, "Yên ku dora wan a vaksînê hatiye bila vê derfetê demildest bi kar bînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE