Serokatiya Daîreya Têkiliyên Bigel ra ya Wezareta Parastina Neteweyî civîneke agahîdayînê li dar xist.
Efsera Nasandinê Bînbaşiya Behrê Nadîde Şebnem Aktop di civînê da axivî û der barê Herekata Kaniya Aştiyê da hin agahî dan.
Aktop got ji hêla terorîstan va tacîz tên kirin û wiha dewam kir: "Li hemberî mutabaqata di navbera Tirkiye û Amerîkayê da terorîstên PKK/YPGyî ji 17ê Cotmeha 2019an saet 22.00an vir va 36 tacîz/îxlal kirin. Di Herekata Kaniya Aştiyê da 765 terorîst hatin berterefkirin, 111 navendên jiyanê û qadeke 1500 kîlomêtroqereyî hat kontrolkirin."
- "Di Herekata Kaniya Aştiyê da çekên kîmyewî nayên bikaranîn"
Aktop destnîşan kir di Herekata Kaniya Aştiyê da çekên kîmyewî nayên bikaranîn û wiha pê da çû: "Ji hêla Artêşa Tirkiyeyê va tu muhîmat û çekên kîmyewî yên ji hêla peymanên û hiqûqa navneteweyî hatine qedexekirin nayên bikaranîn. Di Herekata Kaniya Aştiyê da li ser axa Sûriyeyê ji ber herekatê zaiyata sivîlan çênebûye."
- "Ji herêma ewle ya li Sûriyeyê heta niha 125 wesayît derketin"
Aktop got derketina terorîstan a ji hêrêmê ji nêz va tê şopandin û wiha axivî: "Di çarçoveya mutabaqata navbera Tirkiye û DYAyê da derketina terorîstên PKK/YPGyî ya ji herêmê ya di nav 120 saetan da ji nêz va tê şopandin. Ji herêma ewle ya li Sûriyeyê heta niha 125 wesayît derketin."
AA