"Di hevdîtina bi heyeta Amerîkayê ra mijarên herêma tampon, xerîte û xeta sînor nehatin rojevê"

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin: "Argumanên ku Tirkiye were wê Kurdan qetil bike û wê zirar bigihêje Kurdan propagandaya PKKyê ye." 

"Di hevdîtina bi heyeta Amerîkayê ra mijarên herêma tampon, xerîte û xeta sînor nehatin rojevê"

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin: "Argumanên ku Tirkiye were wê Kurdan qetil bike û wê zirar bigihêje Kurdan propagandaya PKKyê ye." 

Kalin piştî hevdîtina bi heyeta Amerîkayê ya di serokatiya John Boltonê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Sipî da hat kirin daxuyaniya çapemeniyê da.

Berdevkê Serokomariyê Kalin der barê hevdîtina bi heyeta Amerîkayê ra hat kirin da wiha got: "Em ji ber biryara vekişîna Birêz Trump razî ne lê ev wê çawa be, li pey xwe rêxistinbûneke çawa bihêle, bi taybetî ew çekên hatibûn belavkirin wê çi bibin û lazime rewşa baregehên eskerî û navendên lojîstîkê yên Amerîkayê yên li wir ku wê çi bibin jî bê eşkerekirin. Di vê civînê da em li ser van mijaran bi berfirehî sekinîn."

Kalin destnîşan kir yekeyên eleqedar li ser mijarê, pêvajoya vekişînê, naverok û rewşa di encama vekişînê da wê bi berfirehî biaxivin.

Îbrahîm Kalin destnîşan kir Kurd jî di nav da Tirkiye ji bona li Sûriyeyê zirar negihêje can û malên sivîlan çi dikeve ser milan dike û got ku wê ji vir pê da jî bike û wiha dewam kir: "Kurdên wê derê jî tê da ji bo pêkanîna ewlehiya can û malên sivîlan Tirkiye welatê ku herî zêde hesasiyetê nîşan dide ye. Lê tu kes li bendê nemîne ku Tirkiye garantiyê bide rêxistineke terorê, bi hincetên virda wêda va wê meşrû bike."

Berdevkê Serokomariyê Kalin diyar kir Kurdên Sûriyeyê û PKKya rêxistina terorê û şaxa wê ya Sûriyeyê YPG û PYD tên tevlihevkirin û heta wekî hev tên nîşandan û wiha got: "Di serî da Birêz Serokomarê me li hember gotin û daxuyaniyên bi rengî me hemûyan berteka xwe nîşan da. Di hevdîtina îro da jî ev bi eşkereyî hat gotin."

Berdevkê Serokomariyê Kalin destnîşan kir argumanên ku Tirkiye were wê Kurdan qetil bike û wê zirar bigihêje Kurdan propagandaya PKKyê ye.

Kalin diyar kir divê em destûrê nedin ku pêvajoya vekişînê tevî PYD/YPGyê firsendeke nû nede rêxistinên terorê û hemû hêzên din.

Îbrahîm Kalin destnîşan kir du dosye dane Boltan û di dosyeyekê da sûcên ku YPG/PYDya rêxistina terorê li Sûriyeyê dike û îxlalên mafên mirovan hene.

Kalin li ser pirsa der barê çekên ku Amerîkayê dane YPGyê da wiha got: "Hêviya me ew e hemû çek bên komkirin. Gotin em li ser vê dixebitin, lê hûrgilî wê di rojên pêş da eşkere bibin. Ya herî girîng ew e ku dema ji vir bê vekişîn li pey xwe wê çi û bi çi awayî bihêle, wê çek bên berhevkirin yan na, rewşa baregehên Amerîkayê yên li wir wê çi bibe û Amerîka wê ji bo YPG û angajmanên wê ku bi rastî jî ji hêla darayiyê va êdî bûye barekî giran wê çi çaxê û çi bike, mesele ev in. Rojhilatê Feratê ji hêzên terorê û gefên wan paqijkirinê jî bi tevahî girêdayî vî şertî ne."

Berdevkê Serokomariyê Kalin der heqê çekên ku dane PYD/YPGyê da xeberdana xwe wiha domand: "Em li bendê ne ku ev werin berhevkirin û bi temamî werin berterefkirin, ji destê PYD/YPGyê werin derxistin û nêtarkirin. Ji bilî vê jixwe ne pêkan e ku em alternatîfeke din qebûl bikin."

Berdevkê Serokomariyê Kalin li ser pirsa hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Bolton da wiha got: "Birêz Serokomarê me sozê hevdîtineke piştrastkirî nedabû Birêz Bolton."

Berdevkê Serokomariyê Kalin diyar kir bi her kesî ra dikevin nav kordînasyonê, lê ji tu kesî destûrê hilnadin û wiha got: "Em êdî hatine asteke ji dewriyeya hevbeş wêdetir. Divê YPGyî bi temamî vekişin û Minbicê dewrî hêzên herêmî bikin."

Berdevkê Serokomariyê Kalin li ser pirsa der barê naveroka hevdîtina bi heyeta Amerîkayê ra wiha axivî: "Di hevdîtina bi heyeta Amerîkayê ra mijarên herêma tampon, xerîte û xeta sînor nehatin rojevê."AA

Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE