"Di hevdîtinên dualî da meseleya Cemal Kaşikçi zehf hat rojevê"

 Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Di vê pêvajoyê da miheqeq divê em bi Birêz Bahçelî ra bicivin. Miheqeq em ê bicivin."

"Di hevdîtinên dualî da meseleya Cemal Kaşikçi zehf hat rojevê"

 Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Di vê pêvajoyê da miheqeq divê em bi Birêz Bahçelî ra bicivin. Miheqeq em ê bicivin."

Erdogan piştî Civîna Serokan ya G20an ya li Arjantînê hat lidarxistin, serdanên xwe yên li Paraguay û Venezuelayê jî temam kirin û bi balafira taybet ya bi navê "TC-TRK"ê di saet 14.40an da hat Enqereyê û li Balafirgeha Esenbogayê daxuyaniya çapemeniyê da.

Serok Erdogan destnîşan kir wê bi dewletên li Amerîkaya Latîn û herêma Karayîpê ra têkiliyên xwe yên dualî û piralî pêşva bibin û bidomînin.

Erdogan der barê hevdîtinên di Civîna G20an da wiha got: "Di hevdîtinên dualî da meseleya Cemal Kaşikçi zehf hat rojevê."

Serok Erdogan li ser pirsên der barê hilbijartina herêmî da wiha axivî: "Ji bona Stenbolê divê em sebir bikin. Piştî ku me girseyê çareser kir em ê biryara xwe ya dawîn bidin."

Erdogan li ser pirsa wê bi Devlet Bahçelî ra cardin bicive yan na wiha got: "Di vê pêvajoyê da miheqeq divê em bi Birêz Bahçelî ra bicivin. Miheqeq em ê bicivin."

Erdogan li ser pirsa der barê hevdîtinên îtifaqê yên bi MHPyê ra tên meşandin da wiha axivî: "Sadîr Beg û Mehmet Beg li serê dixebitin. Piştî ku xebatên wan temam bûn û bi me ra parve kirin, wek herdu serok jî em ê der barê bajarên mezin da bêyî ku pirsgirêk derkeve biryar, dîrok û her tiştî eşkere bikin."

Serok Erdogan der barê Plana Xebatê ya 100 Rojan ya Duyemîn da wiha peyivî: "Ev xebat bi destê Alîkarê Serok Fuat Beg tên meşandin û piştî ku temam bûn em ê eşkere bikin. Înşellah em ê bernameya xwe ya duyemîn ya ji bona 100 rojan bi hemû gelê xwe ra parve bikin."AA

Dîroka nûkirinê: 04 Kanûn 2018, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE