"Di heyama pêş da dibe ku em ji bona gelê xwe gavên alîkariyê yên nû biavêjin"

"Di heyama pêş da dibe ku em ji bona gelê xwe gavên alîkariyê yên nû biavêjin"

Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Di heyama pêş da li gor rewşa şewbê ya li dinyayê, li gor şert û mercên aboriyê û meseleyên din dibe ku em ji bona gelê xwe gavên alîkariyê yên nû biavêjin."

Erdogan li navenda giştî ya AK Partiyê di "Civîna Serokên Bajaran ya Berfireh ya AK Partiyê" da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir armanca di bûyerên Geziyê da çi be armanca êrîşên dijî aboriyê jî ew e û wiha got, "Armanca xerab ya di bingeha hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê da çi be, bingeha planên ku dixwazin aboriya me bikin tengasiyê jî heman armanc e."

Erdogan diyar kir di heyama pêş da li gor rewşa şewbê ya li dinyayê, li gor şert û mercên aboriyê û meseleyên din dibe ku ji bona gelê xwe gavên alîkariyê yên nû biavêjin.

Serok Erdogan destnîşan kir ji bona di nav dewletên herî hêzdar yên dinyayê da cî bigirin divê bêyî qeza û bela sala 2023yan derbas bikin û wiha peyivî, "Loma jî hilbijartinên di 2023yan zehf giring bûne. Heta hilbijartinan li ber me qederê 2 sal wext heye. Ez ji we dixwazim ku her kêlî û rojên vî zemanî baş û têr û tijî derbas bikin. Heger em xwe bi biryardarî ji bona 2023yan amade bikin li ber me du rawestgehên dawîn hene: Ev jî 2021 û 2022 ye. Sala 2023yan bi temamî sala hilbijartinê ye."

Erdogan destnîşan kir piştî ku Meclis navberê bide wê bi hev ra li qad û meydanan bin û got ku em ê vî welatî teslimî kesên ku îstiqameta xwe wenda kirine û mîna tarê serberedayî digerin, nekin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE