''Di heyama şewbê da fîrmayên me bi berhemên xwe derketin pêş''

''Di heyama şewbê da fîrmayên me bi berhemên xwe derketin pêş''

 Serok Erdogan: "Di heyama şewbê da fîrmayên me bi berhemên xwe yên baş û bi bihayên xwe, beriya her tiştî jî bi saxlemiya xwe derketin pêş."

"(Navenda Teknolojiyê ya MESSê) Bi vê navendê ku bi veberhênaneke bi 200 milyon lireyî hat çêkirin û salê wê 40 hezar kes 400 hezar saet bikaribin perwerdeya bêpere hildin înşellah em ê di warê reqabeta teknolojiyê da heyameke nû bidin destpêkirin."

"Digel şert û mercên şewbê ne sektora me ya taybet û ne jî saziyên me yên kamuyê navber nedan veberhênanên xwe."

"Li sernaserê dinyayê înşellah gava bandora şewbê kêm bû û her tişt bikeve rêya xwe leza pêşketina Tirkiyeyê wê hê zêdetir bibe."

"Me tu wextî hilberînerên xwe ji tiraliya burokrasiyê ra nehişt û digel vê ji bêrehmiya lobiya faîzê ra jî neterikand."

 "Hin kes nexwazin jî em biryardar in Tirkiyeya ku navenda 3 parzemînan e bikin navenda hilberîn û teknolojiyê ya kurewî."

"Êdî tu bajarekî me yê ku herêma wê ya pîşesaziyê tune, nema."

"Em bi pergala teşwîqê ya xwerû, pêşeng û li serê baş xebat hatiye kirin herdem li cem hilberînerên xwe bûne."

"Em bi 85 teknoparkên xwe û 1607 navendên Ar-Ge û dîzaynê va ber bi hewla xwe ya ku dixwazin bibin welatê teknolojiyê pêşva dibe va diçin.

"Tenê îxracata me zêde nebû, di heman demê da kompozîsyona îxracata me jî guherî. Em ji îxracata berhemên teknolojiya biçûk derbasî îxracata berhemên teknolojiya pêşketî bûn."

"Li çar aliyê welêt veberhênanên me bênavber didomin."

"Ew destketiyên me di 18 salan da xwe gihandê li ser sêniya zêrîn nehatin pêş me."

"Bêyî ku li behane û hincetan bigerin em ê guh nedin zehmetiyan û ji bona avakirina Tirkiyeya hêzdar û mezin hewl bidin û cehd bikin."

"Em bi wê mixalefeta nehêja ya ku gavên me ji bo welatê xwe, miletê xwe û demokrasiyê diavêt dixwest bi rêya darazê bixitimîne ra bi rêyên darazê digirt ra têkoşiyan."

 "Me emanetê gel nekir qurbana azweriyên kêmjimara harbûyî ku mîna qijniya bi pişta welêt va zeliqîne."

"Di debra çandiniyê da em li Ewropayê pêşeng in."

"18 sal berê Tirkiyeyeke ku nikaribû bêyî IMFyê gavekî biavêta hebû lê ew îro di qada parîteya kirînê da li rûyê dinyayê di rêzeya 13mîn da ye."

"Dema dewlet û milet milê xwe bikin milê hev înşeallah wê ev grafîka serfiraziya welatê me jî ber bi zêdebûnê va dewam bike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE