Serok Türkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Di vê pêvajoya dîrokî da ku dinya û welatê me di nav ra derbas dibin di hilbijartinên 2023yan ya hesas da tevî Îtifaqa Cumhur em ê him di hilbijartina serokkomariyê û him jî di meclisê da serkeftî bin."
Erdogan ji Qesra Vahdettîn bi weşana zindî beşdarî Civîna Serokên Bajaran ya Berfireh ya AK Partiyê bû.
Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan diyar kir bi tevahî kongreyên 42 bajaran temam bûne û wiha got, "Hefteya were em ê kongreyên 10 bajarên xwe jî temam bikin. Heta dawiya meha Sibatê em ê hemû kongreyên xwe yên bajaran temam bikin."
Erdogan destnîşan kir ne bi belakirin, xerakirin û perçekirinê heta bi komkirin, yekkirin, hembêzkirin û hevkariyê dest bi kar nekin nikarin bigihêjin armancên xwe û got ku heta em pêşiyê dilê hevalên di nav xwe da hilnedin em nikarin bikevin dilê gelê xwe.
Serok Erdogan got ku di vê pêvajoya dîrokî da ku dinya û welatê me di nav ra derbas dibin di hilbijartinên 2023yan ya hesas da tevî Îtifaqa Cumhur em ê him di hilbijartina serokomariyê û him jî di meclisê da serkeftî bin.
Erdogan destnîşan kir AK Partî bi destê gelê wan hatiye avakirin û rasterast partiya gel e û wiha peyivî, "AK Partî partiyeke ku bi daxwaznameyeke ji rêzê ya dane Wezareta Karên Navxweyî nehatiye avakirin, partiyeke nav, amblem û avahiyê nîne. AK Partî bi destê gelê me hatiye avakirin û rasterast partiya gel e. Ev der saziya kariyera siyasî, aborî û civakî nîne, ocaxa xizmetê ye."
Serok Erdogan diyar kir AK Partiyê bi teşkîlateke xurt, vizyoneke hêzdar û xebateke mezin ji bona hilbijartina 2023yan amade be û wiha axivî, "Em ê xebatên partiyê yên ku pêşiyê kadroyan, peyra hemû endaman û tevî wan hemû civakê hembêz dike pêşkêş bikin."
Erdogan der barê îdiayên destdirêjiyê yên di nav CHPyê da got di ser van skandalan da 2 meh derbas bûye û terefê CHPyê hê jî xwe li nezanî û kerr û laliyê datîne.
Serok Erdogan diyar kir heta avakirina Tirkiyeya mezin û hêzdar temam nebe wê nesekinin û ranewestin û got ku înşellah em dixwazin di sala 2021ê da pêngaveke hê mezintir biavêjin.
AA